Di vê xalê da em û rayedarên amerîkî heman fikir bûn, ku pêwîst e ji bo çareserkirina pirsa kurdî, divê xebata aşitîyê di navbera dewleta Tirkîyayê û PKKyê da bê destpêkirin. Ev xalek ji bo me gelekî girîng bûn. Ji bilî vê yekê tu rê û rêbazên din tune ne.
Ehmed Karamûs
Duh Navenda Kurdî ya Lêkolînan bernameyeka taybet bi Hevserokê KNKyê Ehmed Karamûs ra derbarê karûxebatên wan û taybet serdana wan a ji bo Amerîkayê çêkir. Bername ku bi awayekî zindî hate weşandin li ser malperên tevna civakî yên NKLyê hate weşandin, ji alîyê endamê navendê Tariq Hemo û birêveberê navendê Newaf Xelîl ve hat birêvebirin.
Hevdîtina Ehmed Karamûs wiha ye:
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî Ehmed Karamûs di destpêka axaftina xwe da bal kişand ser salvegera damezrandina komara Tirkîyayê û da zanîn ku divê pirsa damezrandina komara Tirkîyayê û têkilîyên kurd û tirkan were nirxandin û got: “Di dema osmanîyan da û di şerê li hemberî çi hemberî Îtalîya, Fransa, Îngeltera û gelek welatên din ku li wê herêmê bi cih bûbûn û herêm di nava xwe da parve kiribûn, kurdan û tirkan li ser esasê lihevkirin û hevkarîyê û li ser esasê komara an jî dewleta ku were avakirin ku bibe dewleta kurd û tirkan, bi hev ra şer kirin.”
“Wê dewleta kurd û tirkan be”
Ehmed Karamûs destnîşan kir ku Mustefa Kemal di serdana xwe ya li Kurdistanê ya berîya 1921ê da û li gelek deverên Kurdistanê gerîya û kongre û konferans li dar xitistin, ji bo ku hevkarîya gelê kurd qezenc bike, kurd di wan kongre û konferansan da bi cih kirin û di wir da soz û peyman hate dayîn ku dewleta dê bê avakirin wê dewleta kurd û tirkan be û ev agahîyên girîng parve kirin: “Ev soz û peyman di protokolê da heye, ango di protokola konferansa Erzirom, Sîwas û hevdîtinên li Amedê kirine da, hene. Di heman demê da, ev yek di yasaya 1921ê da ku di meclisa Tirkîyayê da hatibû pejirandin, di wê yasayê da hatibû nivîsandin ku dewleta Tirkîyayê ya kurd û tirkan bi xwe ye. Li ser vî esasî rêkeftin pêk hatin.”
Karamûs dîyar kir ku piştî ku dewleta Tirkîyayê komara xwe ragihand û desthilatdarîya xwe xurt kir û piştî peymana Lozanê ku di 1923yan da hate tomarkirin, êdî bi awayekî piratîk Kurdistan bû 4 parçe, ji ber ku dewletên hevpeymanê li gel Tirkîyayê peymaneka bi wî rengî îmze û qebûl kir û wiha şirove berdewam kir: “Ew peyman bi xwe jî xapandina kurdan bû, ji ber ku dewleta tirk ji destpêkê ve ne bi nîyeta paqij ew peymana pêşîn li gel kurdan pêk anîbû. Piştî peymana Lozanê dewleta Tirkîyayê yasaya xwe di parlamentoya Tirkîyayê da guhart, ango ew yasa ku di 1921ê da hatibû qebûlkirin di 1924an da ew peyman hat redkirin û peymaneka nû hate qebûlkirin. Li vir jî înkara gelê kurd pêk anîn. Ji 1924an heta roja îro bû sedema ku ew dewleta tirk ku soz dabû kurdan û bi piştgirîya kurdan ava bû, bû hêza bingehîn a qirkirina gelê kurd. Her wiha di beşa duyem a Lozanê ku hate qebûlkirin him înkar û redkirina gelê kurd bû, him jî parçebûna kurdan bû. Ji ber vê sedemê kurdan ev tişt qebûl nekir û di 1924an da serîhildana yekem a gelê kurd li hemberî dagîrkirin, înkar, redkirin û qirkirina gelê kurd çêbû. Piştra jî gelek serîhildan dest pê kirin.”
Karamûs her wiha anî ziman ku di vê qonaxa sedsalîyê da û vê komara Tirkîyayê di vê sedsalê da ji bo gelê kurd qirkirin, înkar, asîmîlasyon û koçberkirin bi xwe ra anîye. Karamûs got: “Têkilîyên dewleta tirk û gelê kurd di vê sedsalê da gihaşt asteka gelek xerab û malwêranî ji gelê kurd ra anîye. Eger ku dewleta tirk hebûn û peymanên ku di sala 1921ê da û berîya wê ku bixwaze bi cih bike, bê guman derfetên ku mirov karibe danûstandinê û dîyalogê di navbera herdu gelan da peyda bike.”
Karûxebatên KNKyê
Hevserokê KNKyê di berdewamîya nirxandinên xwe da, bal kişand ser karûxebata KNKyê û ev agahî parve kirin: “KNKyê ji bo pêkanîna neteweyî û parastina berjewendîyên gelê Kurdistanê li her çar beşan û li dervayî welat hate damezrandin. KNK îro /48/ partî û birêxistinên siyasî yên kurdî wekî endam di nava xwe da digire, her wiha bi dehan federasyon û kesayetên neteweyî di bin sîwana KNKyê da ye. Belgeyeka stratejîk ku rewşa herçar beşên Kurdistanê li gor rewşên guncav nirxandî ye, KNKyê ji xwe ra kiriye bingeha siyaseta stratejîk wê bi çi rengî li kar û xebatên neteweyî yê yekrêzîyê xwedî derkeve û karibe li gor wê karûxebatên xwe bi rê ve bibe. Ew belgeya stratejîk her beşekî Kurdistanê li gor rewşa guncav nirxandiye û çi çareserî jê ra pêwîst e, di wê belgeyê da tê şirovekirin û destnîşankirin. Ji ber vê yekê karûxebata me ew e ku di dirêjahîya dîrokê da rewşa gelê kurd di metirsî û rewşeka hestyar da derbas dibe. Her wiha metirsî her dem li ser berjewendîyên gelê kurd hene, lê îro dema em vê şîroveyê dikin, rewşa Rojhilata Navîn û herçar parçeyên Kurdistanê di bin xeterîyeka mezin da ye. Wekî erka me KNK hemû hêza xwe ji bo pêkanîna yekrêzîya herçar beşên Kurdistanê û pêkanîna yekitîya neteweyî, em karibin stratejîyeka hevbeş a neteweyî ku karibe berjewendîyên kurdan di her astê da biparêze û li gorî vê yekê em li ser hev bikin. Ji ber vê yekê jî em bi çend alîyan ve em kar dikin, alîyê ber bi neteweyî û niştimanî ve li her çar beşên Kurdistanê, li alîyekî di asta siyasî û dîplomasîya navdewletî da û alîyê din asîmîlyasyona ziman heye û alîyekî din ve bi milyonan koçberên kurdan li dervayî welat in pêwîstîya wan jî bi sazîyeka wekî KNKyê heye, da ku karibin hebûn û nasnameya xwe ji bo asîmîyasyon nebin, biparêzin. Lewra kar û xebata me li ser van mijaran e.”
Ehmed Karamûs destnîşan kir ku gelê kurd bi xebat û zihnîyeta xwe yekitîya neteweyî bi xwe ra anîye û wiha got: “Di dema şerê Kobanîyê da, ji herçar beşên Kurdistanê wekî erkeka neteweyî dît û beşdarî parastin û berxwedana Kobanîyê bûn. Ev bi xwe pêkanîna yekitîya neteweyî ye. Ji alîyekî din ve jî em dikarin bibêjin ku %75 ji hêzên siyasî yên kurdistanî bi din sîwana KNKyê da ne. Bi awayekî eşkere em bibêjin Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Iraqê û ENKS û hin hêzên ku xwe li derdora wan digirin, ew ne di nav KNKyê da ne. Lê em dîsa dibêjin ew birêxistin û partî divê di bin sîwana sazîyeka neteweyî da bin. KNK bi başî û kêmasîyên xwe, sazîyeka me ya neteweyî ye û ev jî heye. Ji ber vê yekê em dibêjin ev sazîya ku heye, nûnertîya parastina berjewendîyên gelê Kurdistanê li herçar beşên Kurdistanê û kurd û kurdistanîyên li dîyasporayê dike. Em wekî sazîyeka ku nûnertîya gelê kurd dike. Ji xwe di asta peywendîyên navdewletî û danûstandinên siyasî da, roj bi roj ev mîsyon û rola KNKyê ya ku nûnertîya gelê kurd dike, tê qebûlkirin.”
Karamûs bi bîr xist ku li gorî rewşên li Kurdistanê çêdibin, komîteyên wan ên kirîzê hene û destwerdan dikin û got: “Em qebûl nakin ku ev hêz û partîyên kurdî yên din li dervayî KNKyê bimînin. Her wiha em rê nadin ku şerê birakujîyê di navbera kurdan da çêbibe. Îro di nava PKK, PDK, YNK û partîyên Rojhilatê Kurdistanê hin alozî hene. Em wekî KNK bi heman hestî û helwestê em nêzikî hemû partîyan dibin û danûstandinên me ji bo anîna wan hêzan di bin sîwana KNKyê da ye, di vê çarçoveyê da danûstandin û hevdîtinên me çêdibin.”
Hevserokê KNKyê Karamûs di nirxandina xwe da bal kişand ser serdana şandeya KNKyê li Amerîkayê û got: “Di meha îlonê da, KNKyê bi awayekî fermî wekî şandeya serdana Amerîkayê kir. Cara yekem e di dîroka KNKyê da di asta fermî da çû Amerîkayê û hate pêşwazîkirin û qebûlkirin, ev yek jî li ser esasê ku nasnameya KNKyê ku nûnertîya kurdan dike pêk hat. Di wê serdanê da, hevdîtinên me yên giranbuha li gel rayedarên amerîkayî çêbûn, wekî Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê, Kongres, lopîyên ku li Amerîkayê hene û karûxebatê dikin û sazîyên din. Di serdana me ya li Wezareta Karê Derve bi awayekî fermî hate pêşwazîkirin û li gel rayedarên maseya herçar dewletan (Îran, Tirkîya, Sûrîya û Iraq) di heman civînê da hevdîtin pêk hatin. Me rewşa gelê kurd û stratejîya kurdan ji wan ra şîrove kir, her wiha metirsî û tehlûke jî ji wan ra got. Di heman demê da, me behsa parastina berjewendîyên hevbeş kir. Em baş dizanin ku siyaset çi di asta birêxistinî da be çi jî di asta partîyekê da be an jî dewlet û dîplomasî da be, li ser esasê berjewendîyên hevbeş têne kirin. Em wekî KNKyê hêza Amerîkayê li Rojhilata Navîn û tiştên ku berjewendîyên Amerîkayê tê da hene û ya gelê kurd em di alîyekî da em berjewendîyên wan ên hevbeş dibînin.
Divê di navbera PKK û dewleta Tirkîyayê da çareserîya siyasî pêk were
Di heman demê da, dema ku me behsa herêmê ji wan ra kir û şiroveyên ku me kirin, wan bi her şêwazî erê dikirin. Bi gotineka din em di vê mijarê da wekî hev difikirin. Encamên van hevdîtinan, erênî bûn. Heta bi awayekî pirsa sereke li hemû Rojhilata Navîn û taybetî herçar beşên Kurdistanê eleqedar dike, peywendîya Tirkîyayê û pirsa kurdan bû. Di vî alî da em heman fikir bûn, ango ev şerê /40/ salî dewleteka weke Tirkîyayê artêşeka weke ya Tirkîyayê di nava hêzên NATOyê da ev /40/ sal e ku li hemberî gelê kurd bi her şêwazî û tekonoljîyê û bi çekên qedexekirî bi kar tîne, lê nikarîbû gelê kurd qir bike û tasfîye bike. Ji ber vê yekê şerê /40/ salî û li hemberî şervanên azadîyê, dewleta Tirkîyayê daye îsbatkirin ku pirsa kurd bi şêwazekî siyasî û aşitîyane bê çareserkirin. Ev pirsa çareserkirina siyasî jî bi rê û rêbazên siyasî û bi dîyalog û muzakereyan pêk tê. Di vê xalê da em û ew heman fikir bûn, ku pêwîst e ji bo çareserkirina pirsa kurdî, divê xebata aşitîyê di navbera dewleta Tirkîyayê û PKKyê da bê destpêkirin. Ev xalek ji bo me gelekî girîng bûn. Ji bilî vê yekê tu rê û rêbazên din tune ne.
Ehmed Karamûs di dawîya axaftina xwe da destnîşan kir ku li pêşîya wan du plan hene; yek berdewamkirina civînên girêdayî peymana Lozanê di asta navdweletî da û di vê çarçoveyê da em amadekarîyên forumekê dikin, a duyem amadekarya konferanseka neteweyî di asta gelekî bilind da tê kirin.