NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN
Berîya çend saetan ji êrîşa tevgera Hemasê li ser Îsraîlê di berbanga 7ê cotmehê da, nûçeya herî girîng di rêkeftinên siberojê yên Rojhilata Navîn da, amadebûna plana normalîzekirina di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê da bû. Ev yek jî wekî nivîsandina pêşgotina çîroka Amerîkayê ya bi Rojhilata Navîn ra di beşê xwe yê dawî da bû, ku ev di hevdîtina dîrokî ya navbera Şah Ebdulezîz Al Siûd damezrînerê Şahnişîna Erebistana Siûdî û serokê Amerîkayê Franklin Roosevelt pêk dihat, ku ji kongreya Yaltayê vedigerîya, li ser keştîya Quincyê di 14ê sibata 1945an da li herêma Kenala Siwêsê.
A herî navdar ji hevdîtinê zêdetir, dîyaloga di navbera herdu birêveberan da, derbarê cihûyên ku dixwestin welatekî xwe yê neteweyî li Filistînê ragihînin. Lê Ibn Siûd hizira koçberkirina cihûyan bo Filistînê red kir û pêşinyaz kir ku cihûyan li dewletên ku zilm li wan kirine werin bicihkirin, ji ber ku ew dewlet di Şerê Cîhanê yê Duyem da ku hindik maye bi dawî bibe, têk çûn. Lê ev hevdîtin ji ber sedemeka din dîrokî ye, ew jî ku herêmên serwerîya Birîtanyayê li Rojhilata Navîn ji Amerîkayê wekî mîrate man. Li ser bingehê vê hevdîtinê, di navbera Erebistana Siûdî û Amerîkayê da, hevalbendîyeka xurt hate demzrandin û heta roja îro jî ev hevalbendî têkilîyên herdu welatan bi rê ve dibe.
Ji dema ku Barack Obama di sala 2008an da karê serokatîyê kir, Amerîka plana xwe ya veqetandina ji Rojhilata Navîn xêz dike, ev plan jî rikberê wî yê komarî Donald Trump bi leztir kir, lê bi awayekî bêserûber.
Ji dema ku Joe Biden bû serok plana valakirina birêkûpêk a hebûna Amerîkayê li Rojhilata Navîn ji nû ve dest pê kir. Ev yek pêwîst dikir ku lihevkirineka aşitî di navbera ereb û Îsraîlê da pêk were, ango li gorî formuleka stratejîk ku bihêle Îsraîl bi pirsgirêk, têkilî, aborî û civaka xwe, bibe dewleteka Rojhilata Navîn. Ev yek hindik mabû pêk were. Di vê çarçoveyê da, gelek dewletên ereban lihevkirinên aşitîyê bi dewleta ibranî ra pêk anîn. Her wiha, êdî şandeyên geştîyarên îsraîlî serdana dewletên aşitî kirin. Di heman demê da di lihevkirinê da, kordîneyeka aborî ya mezin di navbera Hindistan û Ewropayê da cih girt, ku dewleta Îsraîlê wekî stasyoneka sereka ya vê projeya aborî be ku di nava xwe da ji Rojhilata Navîn dewletên Erebistana Siûdî, Urdin û Mîrgehên Erebî Yekbûyî dihewand.
Tenê îsraîl bi îmzekirina li ser peymana aşitî bi Erebistana Siûdî ra, hindik mabû ku di jîyana xwe ya rojan da wekî dewlet, veguhere dewleteka Rohilata Navîn, ku dê beşa dawî ya tê xwestin ji bo doza Filistînê were nivîsandin, ango ev doz were paşguhkirin, îzolekirin û bidin alîyekî. Ji alîyekî din ve jî, bûyerên “buhara ereban” ji sala 2010an ve, zemîna vê paşguhkirinê çêkir, dema ku şerê navxweyî yê ereban bû rojeva cîhanê û gelên wê. Her wiha, cara yekem ji sala 1948an ve, ango dîroka damezrandina Îsraîlê, êdî doza Filistînê nebû xebatên pêşîn ên di siyasetên hemû alîyên Sûrîyayê da ku ev 12 sal in di şer da ne. Di vê navberê da, dewletên ereban êdî ji hizira avakirina têkilîyan bi Îsraîlê ra vekirî bûn. Di heman demê da, cara yekem jî guhatinek di hizira geşepêdana erebî pêk hat, ku ramyarû serekê filistînî yê di Tevgera Fetihê da, Xalid El-Hesen (di sala 1994an da jîyana xwe ji dest da) ew pêk anî. El-Hesen di wê bawerîyê da bû ku hizira têkbirina Îsraîlê cewherê raperîna erebî, geşedan û demokratîbûna wê ye, l gor El-Hesen: “Ji ber wê, geşepêdana aborî bi paş ket bi seba nehevsengîya di navbera hêla leşkerî û hêla sivîl da, di hemû civakên erebî da, ji ber ku xerckirina biçekkirinê pir mezin bû.. Têkçûna demokrasîyê jî bihaneya wê hebûna dijminekî derveyî bû.”
Ji dema pêla şerê navxweyî di “buhara ereban” da, êdî pêşinyaza berovajî derket holê, ku ew e ku têkçûna geşeoêdana ereban sedema wê doza Filistînê bi xwe ye ku êdî bi kêrhatîbûn û siberoja wê ket cihê gumanê, bi hevrûkirina bi Îsraîla xurt û dewlemend û êdî mijara derfeta têkbirina wê bû xeyal!. Ev yek birêveberîya Amerîkayê bi xwe jî bawer kir. Berîya 8 rojan ji êrîşa Hemasê, şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Amerîkayê Jake Sullivan ku behsa tiştên erênî yên ku li Rojhilata Navîn çêdibin û rê dan ku Amerîkayê girîngîyên xwe bide herêmên din kir û got: “Herêma Rojhilata Navîn îro bêhtir aram e ji berîya 20 salan.
Êrîşa tevgera Hemasê ya bi vê tundîya tazî encameka neçar bû ji bo rawestandina vê birêveçûyîna wêrankirî ya doza Filistînê, her wiha wêrankirina kwalîsyonên herêmî yên ku li ser wî esasî rabûne, her wiha wêrankirina projeyên aborî yên dewletên ku di alîyê ewlekarî û siyasî da bi Amerîkayê ra di nava pevçûnan da ne wekî Çîn û Rûsyayê.
Niha jî projeya berfireh a Amerîkayê ya vekişandina ji Rojhilata Navîn di bin êrîşan da ye, lê gelo vebijarkên amerîkayîyan çi ne?
Pispora karûbarên Îranê û cîgira serokê peymangeha Brookingsê, Suzanne Maloney, vegotineka tund li ser helwesta Amerîkayê piştî êrîşa tevgera Hemasê, bi kar anî. Suzanne Maloney gotarek ku di kovara “Foreign Affairs”ê da hate weşandin, dibêje: “Tiştê ku bi dawî bû, ji bo her kesê ku dixwaze li xwe mukir were, ew e ku xeyal e ku Amerîka dikare xwe rizgar bike û ji herêma ku li ser armancên ewlekarîya neteweyî ya Amerîkayê di dirêjahîya nîv sedsalekê da bû serwer, vekişe. Koşka Spî stratejîyeka vekişandinê çêkiriye, ku hewl dide hvsengîyeka nû ya hêzê li Rojhilata Navîn çêke, da ku Washington hebûna xwe li wê deverê kêm bike bêyî ku Bikîn cihê wê dagire. Hewldana dîrokî ya lihevhatina Îsraîl û Erebistana Siûdî, lihevhatina girîngtirîn hevkarên Washingtonê ne li dij dijminê wan yê hevbeş; Îranê, her wiha bicihkirina Erebistana Siûdî dervayî armancên stratejî yên Çînê.”
Her wiha Malonî berdewam dike û dibêje: “Mixabin, wekî jê ra hatibû plankirin, neçû serî. Hewldana Biden a bi lez a derketina ji Rojhilata Navîn tenê şaştîyeka wê ya kujer hebû ew jî ev bû: Di handerên ku ji Îranên ra pêşkêşkirî da şaş bû, lîstikvanê herî xerab li ser dikeyê. Ne pêkan bû ku lihevkirinên nefermî û sivikkirina cezayan dê têrê bikin ku Îran û wekîlên wê aram bibin, ku ezmûneka ya xurt heye û sûdê ji şer dibînin ku pê berjewendîyên xwe yên stratejî û aborî xurt dikin. Li gel serekên Îranê hender hebûn ku pê hewl bidin lihevkirna Îsraîl-Siûdîyê têk bibin, bi taybet ew yek dê ewlehîyaê bo Riyadê peyda bike û rê li ber siûdîyan veke da ku projeya nûklerî ya sivîl bi pêş bixin.
Her çiqas dê alozîya di navbera filistînî û îsraîlan da tund be, lê hizira derketina ji Rojhilata Navîn rastî şkestineka mezin hat. Tê texmînkirin ku Washington planên xwe yên demkurt yên derxistina hêzên xwe ji herêmê di ber çavan ra derbas bike, di nav da jî hebûna xwe ya leşkerî, ewlekarî û şêwirmendî li bakur û rojhilatê Sûrîyayê. Gava Amerîkayê ya derbaskirina du keştîyên xwe yên şer li nava Rojhilata Navîn ji bo ku li gor Koşka Spî bo “garantîya neberfirehbûna şer e” amajeyê bi wê yekê dike ew bi lez berê plana xwe ya vekişandina ji Rojhilata Navîn diguhêre. Amerîka dê di demên pêş da, pêwîstîya wê bi tesbîtkirina hebûna xwe ya leşkerî ya li herêma nêzî Îsraîlê heye, ku êrîşa “Hemasê” piştrast kir ku heta ku derdora Îsraîlê dijmin hebin û li hêvîya derfetekê ne, êdî êrîşkirina wê tiştekî pêkan e.