NKLyê derbarê êrîşên Tirkîyayê yên li dij binesazîya bakurrojhilatê Sûrîyayê bernameyek dîyalogê organîze kir
Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) derbarê êrîşên Tirkîyayê yên dijî binesazîya herêmên bakurrojhilatê Sûrîyayê bernameyeka dîyalogê bi zimanê kurdî organîze kir û Ii ser malperên tevna civakî ya NKLyê bername hate weşandin. Di encama êrîşên Tirkîyayê da, bi sedan cihên avahîyên sivîl, stasyonên kehrebe, av, sotemenî, pir, rê û nexweşxane hatin wêrankirin û bi dehan sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.
Bernameya ku hevrêyê me Tariq Hemo pêşkêş kir, rojnamevan û nivîskarê kurd Fehîm Îşiq û birêveberê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl beşdarî bernameyê bûn. Bername ku saetekê berdewam kir, tê da sedemên êrîşên dagîrkerîyê yên Tirkîyayê ku binesazîya herêmên bakurrojhilatê Sûrîyayê wêran kir, hatin şirovekirin.
Rojnamevan Fehîm Îşik destpêkê behsa siyaseta dewleta Tirkîyayê ya dijî gelê kurd a ji sedên salan ve heta roja îro kir, ku tê da bal kişand ser îdyolojîya Tirkîyayê wekî dewlet û sazîyên wê dijberîya kurdan çi di alîyê siyasî, birêveberî û heta çandî kir, dike. Her wiha Îşik got çawa dewleta Tirkîyayê li ser vê hişmendîya ku her dem heye, di demên borî da hemleyên şer û qirkirinê pêk anîne û hemû tevger û serîhildanên kurdan çewisandine, her wiha her dem jî çareserîya ewlekarî û leşkerî ya zordar hilbijart û hemû awayê dîyalog û çareserîya siyasî red kiriye.
Di heman demê da, Fehîm Îşik bal kişand ser alîyên siyaseta zordestî û tunekirinê ya Tirkîyayê ya li dij gelê kurd û welatê wî Kurdistanê û di vê çarçoveyê da got Tirkîya nehat guhartin û bipêşketinên li cîhanê li ber çavan negirtiye, lê belê hîna jî xwe dispêre şer û tu şermîyê di pêkanîna terora dewletê da nabîne her wiha heger bê xwestin jî komkujîyan li dij kurdan pêk tîne. Îşik her wiha da zanîn ku rayedarên tirkan vê siysetê venaşêrin û di her boneyekê da, li ser vê yekê piştrast dikin bi rêya redkirina wan çi birêveberîyekî kurdan li kîjan parçeyên Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Li ser vî esasî jî Tirkîyayê piştgirî û hevkarê dide dijminên nasname û mafên kurdan. Her wiha, bûyer û geşedanên dîrokî yên mezin hene ku piştrast dikin Tirkîya hevkarîyê dide rejîm û birêxistinên ku kurdan diçewisînin û li dij kurdan qirkirinê pêk tînin.”
Derbarê hemleya şerê Tirkîyayê li dij herêmên bakurrojhilatê Sûrîyayê rojnamevanê kurd Fehîm Îşik bi awayekî kronolojîk behsa helwesta Tirkîyayê ya dijberî guhartina demokrasîyê li Sûrîyayê ji sala 2011an ve kir û got: “Tirkîya hevalbendê rejîma Sûrîyayê bû û di çewisandina kurdan da xwe dispart rejîma Sûrîyayê. Lê piştî xwepêşandanên ku veguherî çekdarî û şerê di navbera komên çekdar û rejîma Sûrîyayê, nexasim piştî sala 2015an. Tirkîyayê êdî xwe spart komên çekdar ên opozîsyonê ku êrîşî gelê kurd û Rêveberîya Xweser bike. Di vê çarçoveyê da û bi desteka ji Tirkîyayê, komên çekdar û yên cîhadîst yên ji dervayî qanûn û nirxên mirovahîyê êrîşî herêmên kurdan kirin û kurd qetil kirin û ew koçber kirin û herêmên wan xerab kirin. Her wiha hikûmeta Tirkîyayê piştgirî da birêxistinên tundraw û terorîst ên wekî “El-Nusra” û “DAIŞ” û çûnûhatina wan û bicihbûna wan hêsan kir, da ku li dij Rêveberîya Xweser û hêza wê bixe tevgerê. Ev yek hemû jî da ku birêveberîyek Ii bakurrojhilatê Sûrîyayê ku karibe kurdan û pêhateyên di yek yekîneyek siyasî, birêveberî û leşkerî ya hevbeş da bîne gel, dernekeve holê. Piştî ku ew siyaseta xwe spartina komên çekdar têk çû, dewleta Tirkîyayê yekser bi xwe destwerdana leşkerî kir bi rêya hemleyên leşkerî yên dagîrkerî di salên 2016an a dagîrkirina Cerablus, Bab û Izaz û sala 2018an jî dagîrkirina Efrînê û sala 2019an jî dagîrkirina Girê Spî û Serê Kanîyê. Niha jî bihaneyên cuda bi kar tîne, ji bo êrîşên berfireh pêk bîne da ku binesazîya herêmê û çavkanîyên jîyan û debarê li herêmên Rêveberîya Xweser wêran bike. Bi vê yekê jî xerabîyê û alozîyê belav bike û bihêle ku gel koçber bibe, her wiha derfetekê bide komên çekdar da ku xwe ji nû ve birêxistin bike û êrîşan li dij wan herêman pêk bîne.”
Rojnmevan Fehîm Îşik gotina bi dawî kir û got ku pêwîst e hêza kurdî bo helwestên siyasî û leşker bibin yek û bi hev ra di rûyê metirsîyên hebûnê yên li dij gelê kurd rawestin, her wiha zelal kir ku armanc divê bersivdayîna êrîşên Tirkîyayê be û karkirina li ser rizgarkirina deverên dagîrkirî yên mîna Efrîn, Serê Kanîyê, Girê Spî û Kerkûkê û amaje bi wê yekê kir ku gelê kurd mafê wan yê rewa ye ku parastina xwe bikin û xwe ji komkujî û mirinê xelas bikin.
Ji hêla xwe ve hevrêyê me Newaf Xelîl bal kişand ser armancên Tirkîyayê yên rasteqîn yên armanckirina zemîna bakurrojhilatê Sûrîyayê û rûxandina wê. Amaje bi wê yekê kir ku bihaneyên ku hikûmeta Tirkîyayê pêşkêş dike, pûç in û tu kes ji wan bawer nake û berpirsên tirkan armancên êrîşan ên li dij jêderên jîyanî û sazîyên sivîl venaşêrin, ew jî xerabkirina deverê û kuştina jîyanê li devereê ye, her wiha berê bi milyonn şênîyan ber bi koçberîyê vekin.
Her wiha Newaf Xelîl amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e derewên hikûmeta Tirkîyayê bên kifşkirin, rastîyên senaryoyên febrekekirî bi rêya ragihandinê bên belavkirin, mîna tawanbarkirina Rêveberîya Xweser bi êrîşên ku li Tirkîyayê rû dan, mîna senaryoya çêkirî ya êrîşa qada Teqsîmê di çirîya pêşîn a 2022yan da, ku ew êrîş tekez bû ku tu têkilîya wê bi Rêveberîya Xweser ra tuneye û ya “êrîşkar” têkilîya wê bi birêxistina “DAIŞ” hebû û birayên wê di milîsên “Artêşa Niştimanî” da hene.
Newaf Xelîl zelal kir ku niha dewleta Tirkîyayê hikûmeta şer wê bi rê ve dibe û ew tundî, xerabkirin û qirkirinê dike û hemû cureyên dîyalogê red dike. Ji ber vê rastîyê ji tevahîyê gelê kurd û hêza wê ya siyasî tê xwestin ku bibe yek û destê hev bigirin da ku operasyonên şer ên Tirkîyayê yên ku bi ser tevahîya gelê kurd da tên li hundir û derve, têk bibin, ku amaje bi desrbasbûna dagîrkerane ya Tirkîyayê li başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistana Iraqê) bi rêya avakirina baragehên leşkerî û piştgirîya milîsên tirkuman û piştgirîya hikûmeta Bexdadê da ku Kerkûkê derveyê Herêma Kurdistanê bihêle û heta ji destê wê tê hikûmeta Hewlêrê qels dike. Ev tev da jî, ji bilî êrîşên leşkerî li dij hêzên Pêşmerge li Silêmanîyê û kiryarên reşkujîyê li Hewlêr û Silêmanîyê derheqê hemwelatîyên kurd ên ji bakur û başûrê Kurdistanê.
Newaf Xelîl helwesteka bihêztir ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest, li bara destwerdana Tirkîyayê di karûbarên herêmêm da û bombarankirina wê ji deverên jîyanî û bang li hêza siyasî ya li wê deverê kir ku parastina destkeftî û serdestîya hemwelatîyan bikin û di rûyê operasyonê xerabkirn û kuştinê yê Tirkîyayê da rawestin; zelal kir ku operasyonên şer yên Tirkîyayê berdewam in û bi awayekî tundtir li deverên parastina rewa û dewleta Tirkîyayê hemû cureyên çekên modern bi kar tîne, di nav yan da jî yên qedexekirî, da ku Hêzên Parastina Gel têk bibe. Ew jî di çarçoveya operasyona wê ya tepeserkirinê ya berfireh li dij kurdên bakurê Kurdistanê, ku di encama wê da jî paremanterên kurd, bi dehên hezaran çalakvan û siyasetmedar kurd û şaredarîyên kurdî hatin desteserkirin.
Di dawîya axaftina xwe da, birêveberê Navenda Kurdî ya Lêkolînan, Newaf Xelîl ji gelê kurd ê li deve û hundirê Kurdistanê daxwaz kir ku di rûyê êrîşên Tirkîyayê da piştgirîya Rêveberîya Xweser bikin û parastina mafê pêkhateyên devera bakurrojhilatê Sûrîyayê yê jîyana azad bikin, dûrî şer, nehezkirin û alîgirîyê; alîyên ku bi hev ra di kêferatê da ne. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku operasyonên şer ên Tirkîyayê red bikin û êrîşên wê şermezar bikin, rawestînin û sînorekî jê ra deynin, her wiha destwerdanê bikin di avakirna deverê, zemîn û sazîyên sivîl yên ku makîneya şer a Tirkîyayê ew rûxandine.