TARIQ HEMO
Gelek komikên alîgirên “hawarçûna êlan” li Dêra Zorê yên wekî (milîsên rejîma Sûrîyayê û Îranê, komên Artêşa Niştimanî ya tirkî û Cebheya Tehrîr El-Şam ya El-Qaîdayê) dest pê kirine ku ji hev dikevin û her alî vegerîya nasnameya xwe ya rasteqîn. Ji alîyekî din ve jî, Hêzên Sûrîyaya Demokratîk jî hemleya paqijkirina herêmê ji çekdaran bi dawî kir û aramî vegerandin çend gundên ku tê da kiryarên wêrankirin û talanî çêbûn. Niha û piştî ku operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” bi dawî bû û navbeyankarîyên êlên herêmê dest pê kirin da ku pêvajoya borî derbas bikin, di nav da jî derxistina lêborîneka giştî ji bo kesên ku beşdarî kiryarên serîrakirinê bûn û alozî belav kirin, milîsên Îranê û rejîma Sûrîyayê di 25ê îlonê da derbasî bajarokê Zîbanê bûn da ku êrîşeka wêrankarî ya nû pêk bînin. Lê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk di demeka kurt da ev êrîş têk bir û ji nava wan komên êrîşkar zêdetirî 50 kuştî û birîndar çêbûn. Ji alîyê xwe ve jî, dewleta Tirkîyayê berê xwe da zêdekirina êrîşan li dij HSDyê, da ku tolhildanê ji têkçûna plana şerê navxweyî yê di navbera kurd û ereban da rake, ku dixwast bi vê yekê Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê hilweşîne.
Di du hefteyên borî da, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê û Herêma Kurdistanê (başûrê Kurdistanê) êrîşên kuştinê û êrîşên bi balafirên dron çêbûn, ku tê da hejmarek ji şervan û kadroyên ewlekarî û birêveberî yên kurdan armanc kirin. Her wiha, herêmên Minbic, Eyn Îsa û Şehbayê rastî êrîşên hêzên dewleta Tirkîyayê û hewldanên derbaskirinê ji alîyê çekdarên “Artêşa Niştimanî” ve hat. Her wiha, di encama rêzeêrîşên balafirên dron ên dewleta Tirkîyayê da, 3 şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (Nûcan Ocelan, Canda Cûdî, Şervîn Serdar) şehîd bûn ku li Minbicê di 15ê îlonê da hatin armanckirin. Her wiha li Şingalê jî di encama êrîşên dronên dewleta Tirkîyayê da sê şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (Dîndar Avesta, Bîran Bîr, Çiya Feqîr) şehîd bûn. Her wiha, ji ber êrîşên bi dronên dewleta Tirkîyayê, fermandarekî YPGyê Aslan Qamişlo û efserekî Hêzên Ewlekarîya Hundirîn (Eymen Çolî) li Qamişloyê di 17ê îlonê da şehîd bûn. Di heman demê da, du êrîşên cuda li Herêma Kurdistanê (başûrê Kurdistanê) di 18ê îlonê da pêk hatin, ku êrîşa yekê operasyona armanckirina navenda KNKyê li Hewlêrê û di encamê da welatîyê kurd (Denîz Cewdet Bolbon) şehîd bû, êrîşa duyem jî bi rêya balafirên dron li dij balafirgeha Erbetê ya çandinîyê li herêma Silêmanîyê pêk hat û di encamê da, 3 şervanên antî-terorê ya girêdayî YNKyê (Hîwa Qadir Hisên, Îvan Ednan Hisên û Rêber Enwer Mihemed) şehîd bûn.
Dewleta Tirkîyayê bi rêya operasyonên xwe yên leşkerî yên berfireh yên taybet li dij herêmên bakurrojhilatê Sûrîyayê û herêmên Şingalê û Herêma Kurdistanê, armanc dike ku herêmên borî veguherîne herêmên operasyonên leşkerî yên ji bo jîyana normal ne ewle. Gelek awayên şerê Tirkîyayê hene, ji wan armanckirina kadroyên leşkerî û siyasî bi balafirên dron û operasyonên kuştinê, her wiha destekdayîna milîsên çekdar û birêvebirina wan, her wiha topbaran û şewitandina Herêmên Parastina Medya bi bombeyên napalm û çekên kîmyayî yên sînordar, da ku hêza PKKyê tune bike. Ev şerekî giştî di hemû astan da ye, ku Tirkîya tê da dosyayên navdewletî û şerên heyî yên di navbera alîyan da bi kar tîne, da ku sûdê ji bazara navdewletî ya berdêlîyê û bêdengîyê bigire, ji bo şerê kurdan bike û herêmên wan wêran bike. Lewra, li ser vî esasî peywendîya Tirkîyayê bi Rûsya, Îran û rejîma Sûrîyayê ra çêdibe, bi armanca ku serçimandinan bi dest bixe û tola xwe ji bakurê Sûrîyayê hilîne, her wiha kordîneyê bi gelek milîsên cur bi cur ra bike da ku êrîşê bavêje ser Hêzên Sûrîyaya Demokratîk li gundewarên Hesekê, Dêra Zorê û Helebê.
Di vê çarçoveyê da, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk Mezlûm Ebdî di hevdîtina xwe ya dawî da ya bi kovara “El-Micele”yê ya siûdî di 23ê îlonê da bal kişand ser vê xalê, dema got ku kordîneyeka tirkî-sûrîyayî-îranî li dij HSDyê heye û wan jî hevkarî û şêwir di navbera hersê alîyên borî da di destekdayîn û perwerdekirina çekdaran dîtin û rêkirina wan da ku êrîşî baregehên HSDyê bikin, nexasim li herêmên biyabana rojhilatê Dêra Zorê. Hêzên Sûrîyaya Demokratîk jî bersiva êrîşên dewleta Tirkîyayê bi rêya operasyonên leşkerî yên cuda ku baregehên çekdarên “Artêşa Niştimanî” li Minbicê armanc kirin û di encamê da bi dehan çekdar hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha, Hêzên Rizgarîya Efrînê operasyon li dij baregehên artêşa Tirkîyayê û çeteyên wê li dar xistin û di encamê da bi dehan kuştî û birîndar çêbûn. Ev êrîş di çarçoveya stratejîya HSDyê ya nû da ye, wekî bersiva armanckirinên Tirkîyayê bi çalakîyên tolhildanê li dij baregehên artêşa Tirkîyayê ya dagîrker û baregehên çekdarên girêdayî wê.
Wekî encama nirxandina rewşa heyî, mirov dikare bi çend xalan destnîşan bike:
Yekem: Hevalbendîya AKP-MHPyê di berfirehkirina şerekî giştî li dij gelê kurd di hundir û derveyî Tirkîyayê da wê berdewam bike. Her wiha, ev şer bi beşê xwe yê bakurrojhilatê Sûrîyayê gelek awayên wê hene, wekî dagîrkirina yekser û destekdayîna milîsên çekdar ên çete û bikaranîna têkilîyên bi dewletên xwedî bandor li Sûrîyayê, da ku Rêveberiya Xweser û HSDyê dorpêç bike. Her wiha, hewl bide ku komîteyên ewlekarî û leşkerî yên hevbeş ava bike, da ku serperiştîya birêxistinkirin û kordîneya êrîşan û piştgirîya siyasî û ragihandinê, bike.
Duyem: Tirkîya, dest ji bikaranîna sorkirinê li dij gelê kurd bernade, ku di vê yekê da xwe dispêre alavên ragihandinê û siyasî û gurkirina kêferatên “êlên erebî” spar wan û belavkirina derewan da ku Rêveberiya Xweser reş bikin û HSDyê wekî “hêzeka dagîrker a kurdan ya biyan” bi nav bikin. Bi vê sorkirinê ra, destekdayîna lojîstî ji bo endamên çekdar berdewam dike û cilên “êlan” li wan kirin û bihêle ku tev li milîsên rejîma Sûrîyayê û Îranê bibin, da ku alozîyê çêkin û aramî û ewlekarîya li herêma Dêra Zorê têk bibin. Li vê derê, ragihandina tirkîyayî û ya sûrîyayîyê bi dû wê ve, nasname û “jêdera” endamên çekdar ên ku êrîşî HSDyê dikin û deverê wêran dikin, vedişêre.
Sêyem: Rejîma Sûrîyayê ji alîyê Îran û şaxên wê yên xwecihî ve tê destekdayîn, ku xwe dispêrin çekdarên xwecihî û hin kesayetên civakî yên êlan, ku derfetê di wan da dibînin da ku “Dîfa El-Wetenî” li Dêra Zorê bi cih û xurt bikin û li dij HSDyê wekî “tevgereka gelêrî ya êlan” ku Rêveberiya Xweser red dike, bi kar bînin. Armanca rejîma Sûrîyayê û Îranê jî, bikaranîna wan di “şerê bi wekaletê” da ye ku dest pê kirine, da ku li herêmên HSDyê belav bibin û xwe bigihînin herêmên xwedî çavkanîyên enerjîyê.
Çarem: Êdî HSDyê tecrubeya xwe ya danûstandina bi bipêşketinên li erdê ra çêbûye û li hemû bûyerên borî vegerîya û encamek bi dest xist ku divê çaksazkirin û serrastkirineka ewlehî ya hûrbîn ya ku endamên dervayî qanûnê têk bibe, pêk were, hevdemî parastina ewlehî û destkeftîyên hemwelatîyan.
Pêncem: HSD gihaşt wê bawerîyê ku bersiveka leşkerî li êrîş û armanckirinên dewleta Tirkîyayê bide û êdî berê xwe bide derbeyên cihêreng yên tolhildanê û yên pêşwext da ku operasyonên terorê û xerabkirinê ku wê armanc dike, li dar bixe. Operasyonên dawî yên cihêreng li Efrîn, Bab û Minbicê vî rêbazê nû piştrast dikin.