Çima dijminatîya projeya niştimanî li bakurrojhilatê Sûrîyayê dikin?

TARIQ HEMO

 

Herdu daxuyanîyên ku ji Newaf El-Beşîr (Lîwa Baqir/projeya Îranê) û Salim el-Miselit (Itîlaf/projeya Tirkîyayê) derketin û tê da banga eşîrên ereb ên li parêzgeha Dêra Zorê dikin ku li dij kurdan bikevin şerekî navxweyî, ew di rastîya xwe da rengê herî xerab ê dawî yê rewşa Sûrîyayê  bi rûyê xwe yê neniştimanî ye. Di heman demê da, ew nûnertîya herî eşkere ya alavên herêmî ku dewletên herêmê wan tevdigerîne, dike. Ji alîyekî din ve jî, ew herdu daxuyanî nîşaneya asta têkçûn û bibinketina ku “alîyên fermî” yên tevgera gelêrî ya sûrîyayî gihaştine wê, ku di buhara 2011an  da dest pê kir û banga azadî, demokrasî, dewleta edalet û qanûnê, dikir.

Dibe ku ya herdu daxuyanîyan komî serhev dike û wan dike yek ji bilî alîgirî, neniştimanî û xurtkirina pişta xwe bi derve,  rewşa diminatîya nijadperestî ye. Dijminatî, nefret û redkirin di bingeha encama perwerde û hîndekarîyên bi dehên salan li ser metod, ragihandin û  çanda “dewleta Beis”ê da, heye. Ev rewş bi vekirina enîyan û destwerdana herêmî bi pêş ket û hate avakirin, dema ku nijadperestên ji xendeka rejîmê ya ku nasname û hebûna kurdan red dikirin, derbasî xendeka “oposizyonê”ya ku  nasname û hebûna kurdan red dike û li dij wan şer dike. Di mejîyê, neniştimanî yê rejîma Sûrîyayê û opozîsyonê da, tu hebûneka pêkhateya kurd tuneye û ne jî tu hebûneka pêkhateyeka din ji bilî tek pêkhateyê ku “dewleta Beis”ê bi dirêjahîya salên desthildarîya xwe ya wêrankirî xurt kir. Ew dilsozîya hevbeş e ji kesayeta beisî re ji hêla rejîm û “opozîsyonê” ve.

Banga “rabûna êlan” li dij kurdan, armanc jê ew bû ku kurdan vegerînin rewşa tunebûnê ya ku di dema desthilatdarîya “dewleta Beisê” da bû, ku ev pêkhate ne di dîrok û ne jî di erdnîgarîyê da heye. Her wiha, ne di hebûn û ne jî demê da heye. Heta carekê îşaretkirina di yek ji pirtûkên erdnîgarîyê da  (an jî  şaştîyek bû) li ser “çiyayên Kurdistanê”, dema ku behsa sînorê xwezayî yê welatê ereban dikir, lê piştra wan ev yek “sererast kir¬”. Kurd di dema “Beisa el-Esed” da di hizira dewletê da tune bûn û dixwestin ku di dema “opozîsyonên” neniştimanî jî da tune bin, lê vê carê bi awayekî hovtir e, ev yek nîşan dan, her wiha bi bangên vekirî û eşkere ya qirkirin û paqijkirina etnîkî.

Ew bang ji mîrên şer in ku ji projeyên herêmî sûdê digirin û di daristana çekan li dervayî qanûn û dewletê, tevdigerin. Ew destikên ku îstixbaratên Îran û Tirkîyayê bi kar tînin da ku opoerasyonên qirêj pêk bînin di çarçoveya şerê qirkirinê û tunekirinê li dij hemû awayên pirrengî û vekirinê.  Bi awayekî giştî ji van destikan datînin û ji wan xelas dibin, da ku berpirsyartîya xwe veşêrin û nehêlin doz li dij wan vebe.

Projeya niştimanî ya li Bakur Rojhilatê Sûrîyayê ya li ser esasê birêveberîya herêmî ku ji alîyê nasnameyên herêmî ve tê birêvebirin û parastin, bûye armanca rejîma Sûrîyayê ya ku hîna xwe bi hişmendîya totalîter û tunekirina kevn û opozîsyona girêdayî Tirkîyayê û di serî da “Itîlaf”ê, ku ew bûye alaveka siyasî ku Tirkîya wê ji bo dagîrkirina Sûrîyayê û veşartina wê, bi kar tîne. Ev Itîlaf, di nava xwe da gelek kesên ku banga qirkirina etnîkî û kuştina li ser nasnameyê dikin, dihewîne. Armanca rejîmê û li pey wê Îran û armaca opozîsyonê û li pey wê Tirkîya, di rastîyê da armanceka wan a hevbeş heye ew jî; xerabkirina projeya Rêveberîya Xweser a Demokratîk li Bakur Rojhilatê Sûrîyayê ye û afirandina şerekî nexweyî yê bi xwîn di navbera pêkhateyên wê da ye. Armanc belavkirina wêranî û agir li her kolan û sazîyekê ye. Her wiha, li cihê HSD û sazîyên Rêveberîya Xweser a li ser esasê “hevpeymana civakî” û hevkarîya civakî, dixwazin komikên çekdar ên hov ên dervayî qanûnê bi cih bikin. Armanca rejîma Sûrîyayê û opozîsyonê, têkbirina aramîyê ye û afirandina alozî, kuştin û wêranî ye. Ango avakirina herêmên wekî herêmên xwe: Ku ferzkirina li ser esasê mezhebî, qirkirina etnîkî û kuştina li ser nasnameyê.

Rêveberîya Xweser a Demokratîk li Bakur Rojhilatê Sûrîyayê, projeyek e alternatîfa projeyên rejîm û opozîsyonê ye. Projeyeka niştimanî sûrîyayî li ser esasê beşdarîya civakî û hevgirtina pêkhateyan e. Proje ku ji alîyê HSDyê ve ango hevalbendîya sûrîyayî: Ereb, kurd û siryan tê parastin. Ev proje mezhebî, etnîkî û dagîrkerîya derve red dike. Ev proje sûrîyaya piçûk a ku tê xwestin; ku suna, şîa, elewî, durzî, xiristyan û êzidî bi awayekî aşitîyane bijîn. Ev proje parastina mizgeft, dêr û perestgehên êzidîyan dike. Ji ber van sedeman ew projeyeka alternatîf ji projeya rejîm û opozîsyonê ye.

Bangên xerab ên şerê navxweyî tevî ku êşa ji ber wê heta niha heye, dawîya wê têkçûn e û HSD hêzeka ku çîn û beş tê da tuneye, ev yek jî di tecrubeyên wê yên dirêjahîya salên borî piştrast kir, ew hêzek e ku tê da gelek nasname, ol û mezheb hene ku xwîna keç û xortên kurd, ereb, siryan û hemû pêkhateyan tev li hev bûye. Xwîna bi sedan ciwanên ereb dihêle ku pêkhateya ereb ji bo her şervavekî kurd girabuha be  û her wiha bopêkhateya kurd jî wiha ye. Ew hevalên hev ên çek û xendekê ji sala 2012an ve li dijî hemû êrîşên dagîrker ên DAIŞ, El-Nusra û artêşa Tirkîyayê, ên ku êrîşî herêm û gelê bakurrojhilatê Sûrîyayê kirin.

Bipêşketina bûyeran, ji her kesî ra têkçûna xîtaba rejîmê û opozîsyonê ya neniştimanî û bangên wan ên şerê navxweyî, piştrast kir. HSDyê, parastina gel ji kom û milîsên ji dervayî qanûnê kir û dike jî. Ew hêzeka niştimanî ye ku dilsozê Sûrîyaya pirreng a ku tu cudahîyê naxe navbera pêkhateyên sûrîyayî ji ber mezheb an jî etnîkê. Ew bi parastina her kesî li hemberî kesên ji dervayî qanûnê û mîrên şer û alavên eksenên herêmî, pabend e. Li bakurrojhilatê Sûrîyayê tu fitneyeka kurdî-erebî çênabe, lê belê wê projeya sûrîyayî ya niştimanî xurttir bibe û wê hevreyên çekê dilsozê xwîna hev bin.

Sûrîyaya piçûk a ku tê xwestin Sûrîyeya azad e, ku tenê ya gelê wê ye. Ew projeyeka rasteqîn a şoreşa Sûrîyayê ye ku gelê Sûrîyayê di buhara 2011an da hewl da pêk bîne û di oxira wê da welatparêz û şoreşgerên rasteqîn bi xwîna xwe, xwe kirin qurbanî.