Plana geşepêdanê ya tirkî ya bi 14 milyar dolar ji bo kurdan.. kopiyeke nû ji “Reforma Rojhilat e”?!

Nivîskar: Serkîs Qeserjiyan

Tirkiya di çareserkirian doza kurdî de wê çi di aliyê siyasî û aborî de qezenc bike?

Made bi zimanê erebî jî heye العربية 

Hikûmeta Tirkiyayê plana “Geşepêdana Herêmî” wekî ku ew bi nav dike bi nirxê 14 milyar dolar ragihand. Li gorî însyatîfê armanc ji vê planê “çareserkirina pirsgirêkên aborî yên ku rastî herêmên başûrrojhilat (Bakurê Kurdistanê) tên “ku bi awayekî sereke kurd di wê herêmê de dijîn. Ev însyatîf ji aliyê wezîrê pîşesazî û teknolojiyê Fetîh Kacîr hate ragihandin wekî beşek ji stratejiya berfireh a dagirtina valahiya aborî ya di navbera vê herêmê û herêmên din ên welat de.

Hikûmeta Tirkiyayê di çarçoveya plana projeya başûrrojhilatê Anatolyayê “GAP” heta sala 2028an, plan dike ku 496,2 milyar lîreyên tirkî (ango 14,15 milyar dolar) bide fînasekirina 198 projeyî. Projeya “GAP” jî li gorî pênaseya hikûmetê ji vê projeyê “geşepêdana domdar û başkirina binesaziyê li parêzgehên başûrrojhilat”, lê di naveroka vê projeyê de, armancên ewlekarî û demografî yên nehatine eşkerekirin, hene.

Siyaseta hejarkirina sîstematîk

Herêma kurdan rastî pirsgirêk û astengiyên aborî tê, ku para takekesî ya salane lê 4971 dolar e, ew jî bi gelekî kêmtir e ji para neteweyî ya ku 13243 dolar e. Hikûmeta Tirkiyayê texmîn dike ku pêkanîna vê projeyê, wê bihêle ku para takekesî bi derdora 49000 lîreyên tirkî (derdora 1400 dolarî) zêde bibe, di sala 2028an de.

Di demekê de ku hêviyên gihandina peymanekê di navbera Enqera û PKKyê de zêde dibe, hikûmeta Tirkiyayê ev plana borî ragihand. Ev geşbînî jî, atmosfêreke siyasî ya nû diafirîne, di nav de jî hevdîtinên dawî yên di navbera DEM Partî û partiyên tirkî yên di parlamentoyê de. Her wiha, hevdîtinên di navbera rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de bi rêveberiya nû ya Şamê re, ku ev rêveberî jî têkiliyeke xwe ya xurt bi Enqerayê re heye.

Plana geşepêdanê ya Tirkiyayê di nava xwe de, komeke mezin ji projeyên binesazî wekî avakirina rêyên nû, başkirina rêyên heyî ji bo gundewaran bi navendên bajar ve girê bidin, başkirina  toreya avê û kanalîzasyonê, pêşxistina toreyên kehrebe û peywendiyê li herêmên dûr û xurtkirina çandinî û avêdanê bi rêya pêkanîna projeyên avdanê yên domdar ji bo destekdayîna cotkaran li wê herêmê li gorî plan û pêşxistina teknîkên nûjen ên çandiniyê ji bo derfeta kar zêde bibe û berhemên çandiniyê jî zêdetir bibe. Her wiha, destekdayîna perwerde û tenduristiyê bi rêya avakirina dibistan û nexweşxaneyên nû, pêşkêşkirina bernameyên perwerdeyê ji bo zêdekirina behreyên xelkê herêmê. Di heman demê de, planên geşepêdana abortî û pîşesazî ku di nava xwe de avakirin herêmên pîşesazî yên nû ji bo veberhêvanan ner bi xwe ve bîne û piştgiriya kompaniyên biçûk û navîn bike bi rêya programekî fînansekirinê yê hêsan û xurtkirina geştyariya çandî û dîrokî li deverê. Her wiha projeyên jîngehê yên wekî çandina daran li deverên zirardîtî û başkirina rêvebirina gelaşê û kêmkirina qirêjiya wê.

Ji dema damezrandina komarê ve, ev proje du armancên wê yên kûr hebûn: “geşepêdana wêranker” ku di dawiyê de dikeve berjewendiyên tirkkirina jiyana giştî. Her wiha beşek ji van projeyan jî ku bi “Reforma Rojhilat” di sala 1925an de dest pê kir, encameke wê ya geşepêsdanê ya bêalî hebû.

Bi her halî, herêma kurdan di salên dawî de , tê de pêşketineke çandî ya mezin çêbû ku ev yek di hejmara hinartina dexl û danan di 5 mehên destpêkê yên sala borî de diyar dibû. Di vê çarçoveyê de, derhinartina herêmê gihaşt 1,4 milyar dolar, ku li gorî sala borî bi rêjeya ji sedî 9,2 zêdetir bû.

Her wiha, makarona jî rêjeyeke mezin a van derhinardekirinan bû, ku ji nava derhinardekirina giştî rêjeya makaronayê gihaşt ji sedî 31,6. Ev rêje 234 milyon dolar dike di herpênc mehên pêşî de, ku 51.5% diçe Rojhilata Navîn û 24.1 diçe Afrîkayê.

Heta niha jî bazara Iraqê ya herî zêde ya derhinardekirinê ye, ku hinardekirina ji bo Iraqê di hevrûkirina sala borî re, ji sedî 16,2 zêde bû.

Di sala 2024an de jî, derhinardekirina herêmên kurdan gihaşt 11,7 milyar dolar, ev yek jî bi hevûrkirina salên borî re, serkeftineke mezin e, ango ji bihevûrkirina sala borî de ji sedî 2,7 zêde bû. Ew ji berik, berhemên hevîr, berhemên plastîkî, cilûcaw, ta û berhemên hûrkirin, zeyt, xwardemenî, berhemên textî û darî û berhemên hesinî pêk dihat.

Hikûmeta Tirkiyayê texmîn dike ku plana wê ya geşepêdanê wê bihêle ku dahata her kesekî zêde bibe û berhemên xwecihî yên herêmê zêde bibe û rêjeya bêkariyê kêm bibe, bi rêya çêkirina derfetên kar ên nû û başkirina perwerde, tenduristî û xizmetguzariyên sereke. Her wiha, li tenişta bi ber xwe ve anîna veberhênerên biyan bo deverên armanckirî û xurtkirina projeyên aborî, ev yek jî wê kêferatên  şerê çekdarî di vê hawîrdora hejar de, kêm bike.

Bi hilweşandina rejîma Beis piştî 61 salî ji desthilatdariyê di Sûriyayê de, bazirganên li herêmên kurdan hêvî dikin ku hinardekirina wan zêdetir bibe. Di vê çarçoveyê de, Serokê Yekitiya derhinardekerên Başûrrojhiltê Anadolyayê “GAİB” Ehmed Fikret Kilici piştrast kir ku pêşketinên li Sûriyayê, senaryoyekî aranker ji bo Tirkiya û xelkê herêmê çêdike.

Armanca yekem a derhinardekirina ji bo Sûriyayê diyar bû ku wê milyar dolar be, her wiha tê payîn jî derhinardekirin di salên bê de zêdetir bibe. Di heman demê de, tê texmînkirin ku sektora xurekan zêdetir bibe, bi normalîzekirina têkiliyan di navbera herdu welat de. Di vê çarçoveyê de, serokê derhinardekerên dexlûdan û berhemên zeytê di “GAİB”ê de Celal Qad Oglu got, di nava 11 mehên borî de sektora xurekan bi nirxê 3,1 milyar dolar derhinardekirin çêbû, ji wan 250 milyon dolar ji bo Sûriyayê bû. Ji aliyekî din ve jî, tê pêşbînîkirin ku hinardekirina ji bo Sûriyayê bi başbûna têkiliyên bazirganî, bigihêje, 600 milyon dolarî.

Şer barê Tirkiyayê di aliyê aborî de giran kir

Lîderê PKKyê Ebdulah Ocalan ragihand ku ew ji bo însyatîfa bangên aşitiyê amade ye, ku ev yek encama hevdîtinê bû, ku berî wê ev 10 sal in hevdîtina siyasî ya yekser pê re hatibû birîn.

Piştî banga serokê MHPyê yê tundraw Devlet Bahçelî ji bo PKKyê ku çalakiyên xwe rawestîne bê ku gavên ku wê hikûmet pê rabe ji bo bicihanîna daxwazên hiqûqî û çandî yên welatiyên kurd, nûnerên parlamentoyê yên DEM Partiyê bi Ocalan re, hevdîtin pêk anîn.

Parlemanterên “Hevgirtina Gel” a desthilatdariyê dibêjin ku rewşa şer zirareke mezin gihandiye welat, nexasim kurdan li herêmên rojhilat û başûrrojhilat, her wiha îdîa kirin ku“tunekirina terorê” wekî ku ew dibêjin, wê atmosfêrekî bi ewle û aşitiyane û geşepêdanê ji bo xelkê wan herêman çêbike.

Li beramberî vê yekê jî, siyasetmedar û çalakvanên kurd israr dikin ku cudabûnên aborî yên dûdirêj li başûrrojhilatê Tirkiyayê, beşek ji stratejiya dewleta Tirkiyayê ya bi salan e, bi armanca ku guhartina demografîk pêk bînin, bi rêya neçarkirina ciwanan ku dev ji gund û bajarên xwe yên dîrokî berdin, an jî wan neçar bikin ku beşdarî projeyên hikûmetê yên siyasî û ewlekarî bibin, di bin sernavên aborî de.

Bi rêya, veberhênana mezin di projeyên binesazî û civakî de, Enqera hewl dide ku aboriya xwecihî xurt bike, lê di heman demê de wekî ku ew difikire “çavkaniyên destekdayîna gelêrî ji bo PKKyê zuha bike”. Di projeyên berê de, herdem “Plana B” a hikûmeta Tirkiyayê hebû, ew jî ew bû ku eger geşepêdan ne beşek ji aşitiyê be, wê beşek ji şer be.

Pisporên tirk texmîn dikin ku peymana aşitiyê wê lêçûna leşkerî kêm bike û di encamê de jî, ew pere wê ji bo projeyên geşepêdanê werin xerckirin û derfeta pêşketina xizmetguzariyên perwerde û tenduristiyê li herêmê çêbibe. Her wiha li kêleka wê jî, têkilî di navbera hikûmetê û civakên xwecihî de baş bibe bi rêya beşdarbûna di geşepêdanê de. Ev yek jî şansê serokkomarê Tirkiyayê Erdogan zêdetir dibe ku di mafê destûrî de bi ser bikeve, ev yek jî armanca wî û hevkarê wî di desthilatdariyê de, Devlet Bahçelî ye.

Li gorî rapora lêkolîner Îzzet Akyol di Enstîtuya “Pêşveçûna Demokratîk”de, Tirkiya ji ber rêbazê xwe yê spartina ewlekarî di danûstandina bi doza kurdan re di 40 salên borî de, 3 trîlyon dolar xisar kir. Ev yek jî bargiraniya aborî ya li ser Enqerayê diyar dike, ku sedema vê yekê jî şerê domdar û lêçûnên leşkerî ye.

Di dirêjahiya sedsalê de ji dema damezranedina komara Tirkiyayê ve, hikûmetên Tirkiyayê yên li pey hev, doza kurdan wekî pirsgirêkeke ewlekarî temaşe dikirin, ku piştre bi navê terorê hate navkirin, bi destpêkirina têkoşîna çekdarî di salên 80î yê sedsala borî de, ku Tirkiyayê demokratî û mafên mirovan tam paşguh kir. Lîstina bi metirsiyên ewlehî li ser dirêjahiya dehsalên borî, li pêş diyalogên li bara doza kurdî bûn kelem, ku ew kiriye meseleyeke “baranoya” berdêla ku bibe dozeke rewa.

Li gorî lêkolînê, ji ber vê dîtinê, deriyên çareseriyê hatin girtin, ji ber paşguhkirina faktorên siyasî û civakî yên sereke. Her wiha, bi rêya binavkirina “PKKyê tenê rêxistineke terorê ye”, hikûmeta Tirkiyayê nikarîbû sedemên bingehîn ên aloziyê çareser bike, di encamê de civaka kurdan bi awayekî zêdetir destek da PKKyê.

Di raporê de hate piştrastkirin ku çi serkeftineke leşkerî li dij PKKyê, wê demkî be , eger ku çareseriyeke siyasî pêk neyê. Her wiha, eger ku Enqera red kir di aliyê siyasî de bi kurdan re bikeve danûstandinan, wê partî an jî rêxistineke wekî PKKyê careke din derkeve holê, ev yek jî tê wateya berdewamkirina tundî û nearamiyê.

Herwiha, di raporê de hate bibîrxistin ku çareserkirina doza kurdan, dibe ku bihêle Tirkiya bibe navendeke herêmî ya veberhênanê. Di heman demê de, bi rêya xurtkirina atmosfêrekî aştyane, Tirkiya dikare kesên pîşezas û veberhêner ber bi xwe ve bîne, ku ev yek dê asoyên wê yên aborî xurt bike û Tirkiyaya seqemgîr dikare bibe nomûneya hevkariya herêmî, bi taybet bi dewletên cîran re mîna Iraq û Sûriyayê ku niştecihên kurd li gel wan jî hene.

 Wekheviya di zilm û hejariyê de

Li tenişta lêçûnên darayî yêm mezin, têkçşna Tirkiyayê di çarekirina doza kurdî de hişt ku kaxezên navdewletî ji dest wî biçin û ber xwe da siyaseta derve ya leşkerî, her wiha kêferatên stemkarî bêhtir bûn hevdemî nearamiya cîhanî. Dudilya dewleta Tirkiyayê di tevlîbûna doza kurdî de ji ber tirsa wê ye ya ku dînamîkên herêmî ji nav destên wê derkeve, bi taybet pêşketinên li dewletên cîran mîna Îran û Iraqê.

Li beranberî wê, danûstandina dadwer bi doza kurdî tr dibe ku rê li ber wê yekê veke ku baweriyekê di navbera lîstikvanên herêmî de çêke, ev yek jî dê seqemgîrî û aboriya berdêlhev xurt bike. Dibe ku têkçûna çarekirina doza kurdî rê li ber Tirkiyayê bigire ku karibe berhemên xwe keysbaz bike, di nav de jî yên deryayî. Ji ber ku kêferata berdewam dê lêçûnên mirovî û diravî yên mezin li ser Tirkiyayê ferz bike, ev yek jî dê hejariyê bêhtir bike û dê hestên li dij dewletê xurttir bike.

Li gor lêkolînê, em dikarin bibêjin ku ew bihaneyeke xurt dide bi pêwîstiya bi çarekirina doza kurdî li Tirkiyayê û lêçûnên aborî yên mezin yên rêbazê niha eşkere dike, her wiha qezencên pêşbînîkirî yên çareya siyasî eşkere dike, ne tenê bo Tirkiyayê, lê belê bo tevahiya deverê. Ew derî ye ku hikûmeta Erdogan jê derket di girêdana di navbera rêveçûyîna aştiyê ya nûkirî di hefteyên borî de û ragihandina projeyên geşepêdanê bi nirxê 14 milyar dolarî.

Tiştê bi me re borî, amajeyê bi wê yekê dike ku pêwîstî bi rêyeke exlaqî û sergihayî heye bo çarekirina doza kurdî, bi taybet ji ber ku dozên neçarekirî dihêle ku kêferat di civakan bêhtir bibe. Li gor rapirsiyeke navenda “Dicle”yê, 85% ji tirkan ji pêşketinên li Tirkiyayê ne razî bûn, tirk û kurd, wekî yekemîn wekhevî di zilm û hejariyê de di navbera wan de.