3 hêzên derve ji nû ve “Sûriyaya nû” saz dikin lê bi nêrînên dijber
Nivîskar: Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Amerîkayê ji ber bûyerên mezin yên bi lez ku ji saleke vê çêdibin, siyaseta xwe li Rojhilata Navîn ji nû ve saz dike, ku di vê salê de Tevgera Hemasê winda bû û Hizbulah têk çû û serokê Sûriyayê yê berê Beşar El-Esed, hate rûxandin.
Amerîkayê di vê hefteyê de bi rêya wezîrê xwe yê karê derve Anthony Blinken armancên xwe yên destpêkê li Sûriyayê diyar kirin, ew jî ku rê nedin rêxistina DAIŞê ya terorîst careke din xwe ji nû ve rêxistin bike, her wiha piştî têkçûna rejîmê hewl bide ku Sûriyayê ji hev neke. Di heman demê de, ku çekên wêrankirina giştî an jî beşên wê nekevin destên kesên şaş û koçberiyên komî yên nû çênebin.
Hilweşandina rejîma Sûriyayê ya ji nişkan ve, siberoja hebûna Amerîkayê li Sûriyayê nexasim li Bakur Rojhilatê Sûriyayê ango li herêmên HSDyê, bû rojev. Rayedarên amerîkayî di vê dema dawî de israr kirin ku hebûna hêzên Amerîkayê wê ji bo erkên nû bimîne, bê ku van erkan şirove bikin, an jî eger ku ji armanca ragihandî ew jî ku rê nedin DAIŞê careke din vegere, cuda ye.
Di encamê de, hilweşandina bilez a ne pêşbînîkirî ya rejîma El-Esed valahiyek li Sûriyayê çêkir. Di vê çarçoveyê de, artêşên li derdorê belav in, tevdigerin da ku vê valahiyê tijî bikin.
Her wiha, Amerîkayê bi moşekên B-52 zêdetirî 75 baregehên rêxistina DAIŞê li naverasta Sûriyayê bombebaran kir, ev yek pêşkêşkirineke mezin a hêzê ye û tê texmînkirin ku nameyeke ji bo dewletên peywendîdar. Ji aliyekî din ve jî, di navbera “HSD” û komên girêdayî Tirkiyayê li herêmên Bakurrojhilatê Sûriyayê şer rû dide û Enqera gelek caran baregehên ku ew dibêje yên “HSD”yê ne bombebaran kir. Lê di heman demê de, Îsraîlê bi sedan baregehên leşkerî yên artêşa Sûriyayê ya berê li tevahiya Sûriyayê bombebaran kir, ku ev yek bi awayekî zanebûn şiyanên Sûriyayê wêran kir.
Li gorî raporeke rojnameya Wall Street Journalê, derbeyên hêzên cuda yên bp pêkanîna xwestekên kevn tekeziya qelsiya Sûriyaya nû dike, di komikên ku hukumê malbata El-Esed bi dawî kirin, bo bidestxistina desthilatê tevdigerin.
Hewldana hêza navdewletî a pêkanîna berjewendiyên niştimanî, xewnên Heyet Tehrîr El-Şamê tevlihev dike, ku ew li ser avakirina hikûmeteke demkî kar dike. Di demekê de ku ketina El-Esed hêza rokberên Amerîkayê qels kir, ango Rûsya û Îran, dibe ku ev tellihevî hevalbenda Amerîkayê di NAYOyê de jî bixe rikbera berjewendiyê Amerîka û Îsraîlê, li gor Wall Street Journalê.
Ev rewş bo serokê hilbijartî Donald Trump rikberiyeke giyosiyasî ya tevlihev e, tevî ku kêferat li Xeza û Lubnanê kêm bûye. Çaxa ku êrîşa opozîsyonê dest pê kir, Trump got ku pêwîst e Amerîka li derveyî vî şerî be. Di dema wîlayeta wî ya borî de, hebûna hêzên Amerîkayê li wir kêm kir. Pirsgirêka ku li pêşiya wî ye niha, dî tevlihevtir be.
Broderik McDonald, hevkarê di Kings College de yê pispor di komikên çekdar ên sûriyayî de dibêje: “Dibe ku Amerîka kêfxweş bû dema ku dît El-Esed ji Sûriyayê derdikeve, lê ew niha rastî krîzekê tê. Her aliyek li Sûriyayê hewl dide ji nûv re nexşeyê xêz bike piştî ketina rêjîma El-Esed.
Amerîka rastî ezmûneke sereke tê ya pabendiya bi parastina hevalbenda xwe ya sereke li Sûriyayê –Hêzên Sûriyaya Demokratîk- li deverê, ku di dema borî de Washington û Enqera giha qiraxa rikberiyê.
General Michael Kurilla, serokê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, hişyarî da komikên ku El-Esed rûxandin ku alîkariya DAIŞê bikin. Kurilla got: “Divê hemû rêxistinên li Sûriyayê nas bikin ku em dê wan ceza bikin heger tev li DAIŞê bibin an jî bi rengekî ji rengan piştgiriya wê bikin.”
Ji nav metirsiyên Amerîkayê yên din, girtina derdora 9000 leşkerên DAIŞê di toreyeke girtîgehan de li Bakurrojhilatê Sûriyayê û bi dehhezaran kesên girtî li Kampa Holê. Hêzên Sûriyaya Demokratîk bi erka parastina girtî û koçberan radibe û ev yek pêwîst e berdewam bike heger hinek hêzên amerîkayî li deverê bimînin.
Şervanên Hêzên Sûriyaya Demokratîk ji çaxa êrîşa komikên opozîsyonê yên nêzî Tirkiyayê di dawiya mijdarê de, di bin fişarê de ne.
Sînan Olcin, dîplomasiyê tirk ê berê û rêveberê navenda EDAMê li Stenbolê got ku ya girîng bo Tirkiyayê ew e ku di çarçoveyeke destûrî ya nû ji Şamê ew yek pêk neyê ango li gor wî “avakirina devereke kurdî bi asta xweseriyê ya ku Hêzên Sûriyaya Demokratîk bo wê şer dikir.”
Tecrubeya Efganistanê
Ji hêla xwe ve, Steven Cook, ji Encumana Têkiliyên Derve, di daxuyaniyekê ji ajansa France Prees re got ku pêwîst e Amerîka metirsiyên rijd ên girêdayî DAIŞê çare bike, lê “li bara beşdariya rêxistinkirina siyaseta Sûriyayê, ez ne bawer in ku tu qezenc jê hebe.”
Lê John Turner, mamostayê dîrokê li zanîngeha Columbiayê dibe ku “Heger Amerîka xwe bide alî û parastina berjewendiyên xwe neke, em rastî wê metirsiyê tên ku tiştê di dema ketina rêjîma komunîst li Efganistanê pêk hat, dubare bibe.” Ku Tevgera Talîbanê gihaşt desthilatê û bû hêlîna rêxistina El-Qaîdayê.
Tirkiya û Îsraîl
Operasyona leşkerî ya wêrek ya ku Tirkiya pê rabû, hişt ku bibe şerekî axaftinê bi Îsraîlê re, Îsraîla ku di rojên dawî de operasyoneke esmanî li Sûriyayê pêk anî tê de keştiyên şer ên Sûriyayê, çek û her wekî din ji alavên leşkerî yên Sûriyayê armanc kr, her wiha hewl dide cigrafiya siyasî li deverê rêxistin bike û dijminê xwe yên kevn qels bike.
Wezîrê derve yî Îsraîlê Cedon Sair di vê hefteyê de êrîşên ku komikên bi ser Tirkiyayê ve li dij deverên Rêveberiya Xweser pêk anîn, şermezar kir. Cedon got ku pêwîst e civaka navdewletî parastina wan kesên ku li dij DAIŞê şer kirine, bikin.
Ji hêleke din ve, Îsraîl dibêje ku armanca operasyona wê ya esmanî –ya ku di çend rojan de bêhtir ji 350 deveran armanc kir- ew e ku bingeha leşkerî birûxîne ya ku pêkan e li dij Îsraîlê bê bikaranîn.
Her wiha hêzên xwe bir devera tecrîdkirî ya ku di bij çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye û rûbera wê 155 mîl çargoşe ye li Colanê, ku di navbera Îsraîl û dijminê wê yê dîrokî Sûriyayê de piştî şerê 1967an hat avakirin.
Tirkiya, Erebistana Siûdî, Misir û Qeterê belavbûna hêzên Îsraîlê li devera tecrîdkirî şermezar kir. Îsraîlê got ku ew destwerdanê di kêferata navxweyî ya li ser desthilatê li Sûriyayê nake.
Serokwezîrê îsraîlî Benjamin Netanyahu got “Em têkiliyan bi rêjîma nû ya li Sûriyayê dixwazin, lê heger ev rêjîm rê li ber Îranê veke da ku ji nûv re xwe rêxistin bike li Sûriyayê, an jî rê ji çekên Îranî re veke da ku bigihêje Hizbulahê, an jî êrîşî me bike, em dê bi tundî bersivê bidin û dê temenkî mezin ji wan bistînin.”
Wezîra derve ya Almanyayê Annalena Bearbock bang li Tirkiya û Îsraîlê kir ku gefê li guhartina aştiyane ya desthilatê li Sûriyayê nexwin. Bearbockê got: “Heger em Sûriyayeke aştiyane dixwazin, pêwîst e axa wê ne cihê gefê be, pêwîst e dewletên cîran mîna Tirkiya û Îsraîlê yên ku berjewendiyên xwe yên ewlehî bi cih dikin, gefê li rêveçûyîna siyasî bi rêya kiryarên xwe nexwin.” Hişyarî da û got: “Divê careke din Sûriya nebe lîstok di destên hêzn û dewletên biyan de.”
Cenga hêzên biyan
Piştî salan ji şerê navxweyî, opozîsyona sûriyayî El-Esed xistin. Lê kêferat ji hêla hêza biyan ve ya ku tê nûkirin, metirsiyê çêdike ku careke din welat ber bi şer ve bibin.
McDonald got: “Metirsî heye ku Sûriya ber bi kêferateke berfirehtir ve biçe, wekî çawa li gele welatên din pêk hat piştî rûxandina rêjîma zordest.”