Navenda Kurdî ya Lêkolînan sîmayên siyaseta Washingtonê li Sûriyayê nîqaş dike

Lînka bernameyê li ser ZOOM

Navenda Kurdî ya Lêkolînan bernameyek bi zimanê erebî di 6ê sibatê de bi sernavê “Sîmayên siyaseta Washingtonê li Sûriyaya nû çi ne?” organîze kir. Bername ku hevkarê me Şoreş Derwîş ew bi rê ve bir, lêkolîner û nivîskarê siyasî yê karûbarê Amerîka û Rojhilata Navîn, Beşar Cerar bû mêvanê wê.

Bername bi pirsa li bara nêrîna siyasetên amerîkayî di demekê de ku dosyayên Rojhilata Navîn aloz dibin, dest pê kir. Nivîskar û lêkolîner Beşar Cerar di destpêka axaftina xwe de got ku Trump bixwe kesekî bawermend e, ew baweriyê bi malbatê ve girê dide, malbatê jî bi welat ve girê dide, ji ber wê siyaseta wê ya derve ji vê bingehê aştiyê belav dike, ji bo ku em nas bikin bê çawa bi Donald Trump re bidin û bistînin, sê xalên sereke hene ku em nikarin wan paşguh bikin; ew jî ew e ku Trump ji hêla mirovî ve pir guh dide malbata xwe, her wiha ew dixwaze ku aştî li tevahiya cîhanê hebe, ew dij şeran e. ji hêleke din ve Trump niştimanperwerekî amerîkayî yên rast e, derveyî çarçoveyên partîtî û siyasetê, her wiha şêwazekî wî heye mîna yê veberhêneran e di hizira xwede. A dawî jî ew e ku Trump mirovekî pratîk e û danûstandinê yekser dike. Her wiha Cerar tekez kir ku têgihaştina kesayeta Trump ne zehmet e, lê belê pêwîstiya wê heye ku em ji hêleke rast ve bixwînin, da ku em di daxuyaniyên Trump de bighihêjin, pêwîst e naskirina me li ser dîrok û tecrubeyên wî yên kesayetî, hebe.

Li bara pêkaniya çûyîna ber bi rêbazê xweveger ê nû li Amerîkayê, ku ev yek bihêle Amerîka ji hêla leşkerî ve ji cîhanê vekişe, lêkolîner û nivîskar Beşar Cerar nêqaşa du têgihan kir da ku em karinbin vê xalê bigihêjin, ew leşker û netewe ye. Ev herdu gotin wateyên wan yên cuda hene, li dewletekê wekî Brîtanya têgiha neteweyê wateyeke neyînî hidigire ango faşîzm, her wiha gelek caran leşker tê bikaranîn bi pêkanîna hin siyasetan li ser civakê, wekî rengekî ji şeytankirina leşrean. Bi vegera li ser axaftina xwevegiriya Amerîkayê, lêkolîner Beşar Cerar got ku wekî ku di hemleya Trump a hilbijartinan de eşkere bû ku ew baweriya wî hizira “destpêkê Amerîkayê” tê, ev neyê wateya tunekirina dewletên din, ew pêşbîn dike divê her sûriyayiyek bi hizira “destpêkê Sûriya” bawer bike û her kurdwk bi “destpêkê Kurdistan” bawer bike, her wiha ew hewl dide ku artêş li ser xwebexşiyê ava bibe, ev hizir ne tenê girêdayî xwevegiriya Amerîkayê ye, lê belê di bingehê xwe de rê li ber leşkeriyê digire ku bibe nando û şer bibin proje.

Bi amajekirina li ser meseleyên mezin mîna vekişandina ji Sûriyayê û karbesiya James Mattis a ku da xuyakirin ku nelihevkirineke mezin heye di navbera saziya leşkerî û xuttirîn serok di cîhanê de û pêkan e ev nelihevkirin dubare bibe. Beşar Cerar şêwazê James Mattis bi bîr xist yê bi rêxistinên îslamî re li Iraqê ku di bijare da ber wan, an danûstandin an dojeh, wekî mînak ji dînbûna wî re di standin biryaran de wekî ku Trump bi nav kir. Her wiha Trump Bolton karbes kir çaxa ku nas kir ku siyasetên wî Amerîkayê ber bi şeran ve dibe, di demekê de herkesî bawer dikir ku dê Trump bi dûv van siyasetan ve here û dê şerekî bi Venzûwêlayê re bike li gor planên Bolton. Her wiha tekez kir ku bijartina Trump ji Pete Hegseth re wekî wezîrê parastinê, armanca wê bidawîkirina şeran bû û ji bo ku tekez bike ku divê artêşa Amerîka rola polîsê nelîze li cîhanê, lê belê pêwîst e Wezareta Parastinê mîna wezartên din be li Amerîkayê. Berdewam kir û got ku dema newekheviya helwestan di navbera Pentagon û Werzareta Derve de bi dawî bû û biryarên şer û aştiyê di destê kongresa Amerîkayê de ye, lê belê biryarên cîbicîkar êdî tenê di destê serok û rêveberê bilind tenê de ye.

Nivîskar û lêkolîner Beşrar Cerar amaje pê kir ku têgiha çepgiriyê li Ewropayê ji binî ve cuda ya ji têgiha wê li Amerîkayê, ku rêgez û bingehê çepgiriya amerîkayî bi temamî cuda ye. Ji bo ku em siyaseta Washingtonê fêm bikin, pêwîst e destpêkê em pirs bikin, kêjan Washington? Û kî li koşka spî niştecih û piştgiriya kongresê jê re çi qas e?

Li bara prsa sereke, gelo dê Washington ji Sûriyayê vekişe? Û gelo Sûriya wek derbirîna Trump tenê xîz û xwîn e, yan jî Sûriya devereke jiyangîr e li Rojhilata Navîn? Cerar Tekez kir ku Trump bi awayekî zelal û zindî danûstandinan dike, lê li ser maseya danûstandinan ne pêwîst e bi heman zelaliyê be, her wiha ew bi awayekî komî danûstandinan dike, çaxa ku ket danûstandina di navbera Rûsya û Ukranyayê de, wî bi awayekî pratîk bi Yekîtiya Ewropa, Çîn û NATO bi tevahî danûstandin dikir. Axaftina xwe berdewam kir û gor ku di destpêka bûyeran de li Sûriyayê, Trump yekser hişyarî da serokê berê Joe Biden ku bila destê Amerîkayê di bûyerên Sûriyayê de tunebe, her wiha piştî ketin Beşar El-Esed Trump tekez kir ku mifteyên Sûriyayê ketin destê Erdogan, ji destpêkê de hayê Trump ji bûyeran heye, her wiha hestyariyeke wî ya taybet  li bara zengîniya birrengiyê li Sûriyayê heye û hemdilê gelên ku di kêferatan re derbas bûne li ser dirêjahiya sedên salan mîna kurdan, lê ya tirsnak tê de ew e ku Trump dibîne ku çarekirina van kêferatan ne ji wî tê xwestin, ji ber wî piştgiriya amerîkayî ji aliyekî li Efganistanê bi dînbûnê wesf kir.

Ev helwest, me dibin ser encamekê ku Trump hewl dide dewleta kûr ji hev bixe, her wiha ew bi pîvanên cuda bi hizira guhdana hundirê Amerîkayê, kar dike. Her wiha lêolîner Beşar Cerar bal kişand ser bêdengiya Trump a tirsnak li bara Îranê û rewûa nû li Sûriyayê û navê nepeniya bi zanebûn lê kir.

Li bara doza kurdî bi taybet û helwesta Amerîkayê li bara wê, lêkolîner û nivîskarê siyasî Beşar Cerar gor ku gelê kurd xwedî neteweyeke dîrokî ye ku temenê wê bi hezarên salan e û pêwîst e xwediyê vê axê bigihêjin mafê xwe, lê heta ku nelihevkirinên hundirîn hebin, nabe ku alîkarî ji dewleteke mîna Amerîkayê bê xwestin, ev pevçûna hundirîn di navbera heraliyên civakê de mîna zordestiya kurdê sunî li ser kurdê şîî yan xiristiyanê ji yê cihû re, ew pirsgirêkeke sereke ye bi danûstandina bi Trump re, ew dê li ser aştiyê kar neke heger ku gelê deverê hewl nadin vê yekê bikin. Her wiha axaftina xwe berdewam kir û tekez kir ku Erdogan nikare bibêje ku birêz Ebdulah Ocalan ne xwedî serokatiyeke mezin e, ji ber wê pêwîst e ev mijar dîrokî bê çarekirin û lihevkirin çêbibin, ev çare dê ne bi rêya dîplomasiya kevneşop çêbibe, lê belê pêwîstiya wê bi hişmendan heye.

Bi pirsa li bara ku Sûriya ber bi çaksaziya siyasî ve biçe û rola Tirkiyayê li deverê, lêkolîner Beşar Cerar anî ziman ku rola Tirkiyayê li deverê girîng e bi rêya gelek xalan, a yekem cihê wê, ya duyem hebûna wê di NATOyê de ku li gel Tirkiyayê xuttirîn artêşa bejahî heye bi dûv Amerîkayê de, lê divê em nas bikin ku têgiha NATOyê bi temamî hatiye guhatin li gel Trump, ew êdî nema hewl dide NaTOyê berfireh bike, ev yek jî girîngiya Tirkiyayê di vê hevgirtinê de kêm dike. Her wiha Trump bi rêveberiya xwe ya niha re nema rê dide Tirkiyayê ku bi rola serek di rehendê îslamî de rabe. Cerar tekez kir ku ev derfeteke dîrokî ye pêwîst e bê qezenckirin bi rêya lîstina rolekê di avakirina Sûriyaya Nû de, divê neyê paşguhkirin ku Sûriyaya Nû niha ji hêla waliyekî ji rêjîma Tirkiyayê tê birêvebirin. Her wiha tekez kir ku hêzek li Ewropa û Etlesê heye ji berfirehbûna Tirkiyayê ya bi rêya alavên îslamî li deverê ne razî ye. Ji ber wê, pêwîst sûriyayî xwe bispêrin hevpeymaniyên demdirêl bi avakirina Sûriyaya Nû û li ser pêkanîna Sûriyayeke sivîl û ilmanî kar bikin, dûrî cudabûna nijadî û olî. Her wiha Cerar got ku tevlîbûna li kêferata di navbera îslamîst û rêjîma El-Esed de şaştiyeke dîrokî ye.

Di dawiya bernameyê de û li bara pirsa li ser bandora Washingtonê li deverê çaxa ku vekişandineke amerêkayî çêbû wekî ku hin alavên ragihandinê rêklamê jê re çêdikin, nivîskar û lêkolînerê siyasî di karûbarê Amerîka û Rojilata Navîn de Beşar Cerar got ku ev nûçe wekî rengekî ji rengên fişarê tê û got ku Amerîkayê piştgirî da kurdan û Hêzên Sûriyaya Demokartîk ji ber gelek sedean, yek ji wan şerê li dij terorê û parastina deverên petrolê li Sûriyayê ku nekevin destê DAIŞê, her wiha ji ber ku sîmayê pirrengî û demokratiyê di rêveberiya wan de heye, kurd niha xweiyê helwesteke exlaqî ne, heger têkiliyên dîplomasî û têkiliyên bi kesên pispor re bi heman hişmendiyê berdewam bikin, tu tirs ji vekişandina amerîkayî tuneye, ji ber ku tekez ew dê nehêle ku komkujî pêk werin heger ku vekişiya, her wiha gelên deverê amade bûne bp rewşên nebaş, belgeya vê yekê jî ew e helwesta elewê û dirziyan ku çeka xwe radest nekirin, ew helwesteke cihê serbilindahiyê ye.

Di mîna van rewşan de pêwîst e tevahiya sivîlên kurd bên çekdarkirin û amade bin bo parastina xwe bikin, her wiha divê veberhênan di ragihandinê de bê kirin, ji ber ku cenga niha cenga ragihandinê ye. Her wiha tekez kir ku pêwîst e çareyên guncaw bo Kampa Holê bê dîtin, ku ew embarek e ji bombeyan, pêwîst e di nêzîktirîn dem de bê çarekirin.