Dicle: Ocalan dixwaze ku di Rojhilata Navîn a nû de, cihekî ji bo kurdan çêbike

Lînka bernameyê

Navenda Kurdî ya Lêkolînan, bernameyeke bi zimanê kurdî derbarê pêşketinên dawî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê û taybet derbarê peydakirina çareseriyê ji bo doza kurdan, organîze kir.

Bername ku ji aliyê hevkarê me Tariq Hemo ve hate birêvebirin, rojnamevan û nivîskar Amed Dîcle tev li bernameyê bû û mijara borî nirxand.

Sedemên destpêkirina pêvajoya nû li Bakurê Kurdistanê

Li ser pirsa gelo sedema destpêkirina pêvajoyeke nû li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê, Amed Dicle wiha bersiv da: “Ev pêvajoyên ku berê hatibûn destpêkirin û piştî wê şerekî dijwar li Kurdistanê  dest pê kir û li dij Bakur û Rojavayê Kurdistanê şerên dijwar dewleta tirk pêk anîn. Her wiha dewleta tirk êrîşên siyasî, civakî û leşkerî pêk anîn. Em niha behsa pêvajoyeke nû dikin, ango rewşeke nû hene. Sê sedem hene ku ev rewşa nû were destpêkirin; A yekê, siyaseta dewleta tirk a çokdanîna kurdan (ku wiha difikirî pêwîst bike bajarên kurdan wêran bibin û bi sedhezaran bikujin, ev siyaset jî di sala 2014an de ji aliyê dewleta tirk ve hate destpêkirin). Li gorî wê dixwestin di sedsaliya komarê de encama vê yekê bigirin. Lê tevî ku kurdan derbeyên mezin xwar, lê bûn xwedî îradeyeke dîplomatîk û civakî. Dewleta tirk fêm kir ku ev stratejiya wan  têk çû û bi ser neket û kurd di Rojhilata Navîn de bûne xwedî hêz. Sedema duyem, li dunyayê qonaxeke nû hate destpêkirin, taybet piştî Filistîn, Lubnan, Sûriya û wê siberoja Iraqê û Îranê be jî. Êdî Rojhilata Navîn ne ya berê ye ango tê wateya sînor werin şikandin. Dewleta tirk wiha dike ku derî li kurdan bigirin. Sedema sêyem jî, girêdayî siyaseta nava Tirkiyayê ye, li Tirkiya du aliyên sereke hene, lewra dijminatiya kurdan tê wateya mirina siyasî, ev jî destkeftiyeke mezin e ji bo kurdan, rêberê gelê kurd Ebdulah Ocalan jî dixwaze ku vê destkeftiyê mezin bike. Hikûmeta AKP û MHPyê dîtin ku rêyeke çûyînê heye û vegere tuneye, ji ber wê neçar bûn bi Ocalan re dest bi hevdîtinan bike.”

Amed Dicle di berdewamiya axaftina xwe de, destnîşan kir ku dewleta tirk herdem bi niyeteke wê ya baş ji bo Kurdistan û kurdan tune bû, lê şertûmercan neçar kiriye ku kurd hêzên xwe yên parastinê çêbikin û wiha domand: “Dewleta tirk dibîne ku rê li pêşiya wan hatiye girtin, bi êrîşên li dij kurdan, dewleta tirk xetimî ye, ev yek tê wateya ku plana dewleta tirk bi ser neketiye. Eger ku îro siyaseta dewleta tirk a dawîkirina kurdan bi dawî bibe, wê kurd bi rêyên din ên dîplomasî têkoşîna xwe dewam bikin.”

Ocalan wê daxuyaniyeke berfireh bide

Dicle destnîşan kir ku di rojên pêş de diyar e wê birêz Ocalan daxuyaniyeke berfireh bide raya giştî û helwesta xwe eşkere bike û wiha domand: “Birêz Ocalan li gorî texmînan wê bêje ku eger dewleta tirk dev ji siyaseta înkarakirina kurdan berde û mafê kurdan nas bike, em jî dikarin li dij Tirkiyayê şerê çekdarî bidin rawestandin. Ev 30 sal jî Ocalan vê yekê dibêje, divê dewleta tirk vê yekê qebûl bike, Ocalan jî ji xwe amade ye. Em niyeta Ocalan dizanin, lê em niyeta dewleta tirk nizanin. Ocalan dixwaze ku di Rojhilata Navîn a nû de, cihekî ji bo kurdan çêbike û ev cih jî ji aliyê navdewletî ve were qebûlkirin û naskirin.”

Li ser pirsa helwesta CHPyê ji van danûstandinan, rojnamevan Amed Dicle anî ziman ku CHP hîna siyaseteke bi awayekî eşkere zelal nekiriye û got: “CHPê li dij çûyîna Îmaraliyê dernakeve û dibêje ku divê şer were rawestandin. Lê Ocalan ji wan re dibêje ku divê hûn projeyekê eşkere bikin. Ocalan jî ji şandê re got biçin li hemû partiyan bigerin û nêrînên wan bigirin.”

Helwesta tevgera azadiyê

Amed Dicle bersiva pirsa “ku gotegot têne kirin taybet di nava Tirkiyayê ku dibêjin eger Ocalan biryarekê bide, PKK bi cih nayîne” wiha da: “Ê ku rêbazê Ocalan nas dike, dizanin ku tiştekî wiha çênabe. Dema ku rêber Ocalan biryareke stratejîk bide, wê bi rêya şêwirmendiya rêveberên KCKyê wê bide, ev jî tê wateyê ku wê Ocalan bêyî rêxistin û hevalên xwe, tu biryaran nade, lewra dema ku Ocalan biryarê bide, wê pêk were. Ji ber ku wê jî, ew nîqaş têne kirin. Ocalan dixwaze ku di vê pêvajoyê de zirara kurdan kêm be.”

Dicle got: “Birêz Ocalan ji dewleta tirk re dibêje ku werin em vê pirsgirêkê bi rêya siyasetê çareser bikin û dibêje ku em naxwazin dewleta tirk parçe bikin. Lê eger qebûl nake, Ocalan dibêje em ê li altirnatîf bigerin. Gotina Ocalan (eger hûn çareserî qebûl nekin, hûnê di Anadolyayê de bimirin) tê wateyê wê sînor di navbera kurdan û Tirkiyayê de çêbibe, ev jî bi destê dewleta tirk e.”

Têkildarî helwesta Ewropayê ji vê pêvajoya nû re jî, nivîskar û rojnamevan Amed Dicle got: “Heta niha tiştekî zelal nehatiye gotin, lê wiha diyar e ku ne li dij vê yekê ye. Beriya du hefteyan balyoza almanî li Tirkiyayê, got eger ev pêvajo bi ser bikeve, em ê destekê bidin Tirkiyayê, eger çareserî neyê kirin, bila Tirkiya aboriya xwe ji bîr bikin. Ji xwe ji bo Sûriyayê eşkere jî gotin ku divê kurd bibin beşek ji Sûriyayê. Lewra, bi giştî ne li dij vê yekê ne.”