Gelo HTŞ dikare xwe ji bandora dewleta tirk rizgar bike?

Nivîskar: Dr.Tariq Hemo

Dewleta tirk li herêmê hizira dijwarî û şovînîzmê belav dike. Konsepta desthilatdariya AKP/MHPyê ya dagîrkirina derdorê, li ser durustkirina şerên navxuyî û sorkirina gelan a li hemberî hev hatiye avakirin. Li her welatê ku şer lê peyda dibe û pêkhateyên wî bi hev dikevin, dewleta tirk amade ye. Ew li wir destekê dide komek çekdar a li derveyî qanûnê kar dike û bi rêya wê hewl dide wî welatî bi tevahî, an jî beşekî jê, kontrol bike. Ew bargehên leşkerî ava dike, çekên xwe li wir diceribîne û dest datîne ser dewlemendiyên binerdê. Li Sûriya, Lîbya, Iraq, Sûdan, Nêger û Somalê hebûnek deweta tirk a bi vî şêweyî heye.

Sûriya ji mêj ve bûye qada şerekî vekirî yê dewleta tirk. Li vî welatî ji sala 2012an ve û heta niha dewleta tirk destwerdanê dike. Ev welat kir qada cîhada global. Li dij kurdan komkujî, qirkirin û derbiderkirin meşand. Komên çekdar damezrandin û beşekî mezin ji axa Sûriyayê dagîr kir. Dewleta tirk rê li ber peydabûna sîstemek azad û demokrat li Sûriyayê girt. Di encama vê siyasetê de ev welat hilweşand û têk bir. Di dawiyê de ew radestî hêzeke tundraw mîna HTŞyê kir. Niha HTŞ li Şamê desthilatdar e. Rejîma AKP/MHPyê hewl dide HTŞyê bigire dest xwe û bi rêya vê rêxistinê Şamê wek wilayetek girêdayî dewleta Osmanî bide xebitandin. Vî welatî hêsîr bike û tevahiya dewlemendiya wî talan bike. Ew hewl dide bi HTŞyê re peymanên berfirehkirina sînorên Tirkiyayê yên deryayî bide îmzekirin, da ku li wir dewleta tirk karibe gaz û petrola di nava sînorên Sûriyayê de derxe û bifroşe. Her wiha dixwaze baregehên leşkerî jî li bajarên mezin ên Sûriyayê ava bike. Jixwe xwesteka sereke her ew e ku kurd bêpar bên kirin û bi rêya çeteyan û HTŞyê statûya Xweseriya Bakurrojhilatê Sûriyayê bête hilweşîn.

Piştî rûxandina rejîma El-Esed û hatina HTŞyê ya li ser desthilatdariyê, dewleta tirk ket nava liv û tevgereke mezin. Yekser şandeyên li ser astên bilind şand serdana Şamê. Li wir xwe wiha diyar kir, ku ew bû ya ku Şam “fetih” kir û El-Esed qewirand. Xwest vê nîşaneyê bide hemû derdorê, da ku were fêmkirin ku ew êdî cihê Iranê digire û Ehmed El-Şeri li gorî xwestekên wê tevdigere. Ew dê karibin bi rêya HTŞ û El-Şeri Sûriyayê bigirin dest, bi xwe ve girê bidin û dewlemendî û aboriya wê talan bikin. Her wiha bi rêya hikûmeta Şamê, kurdan bêpar bihêle, xweseriyê têk bibe û HSDyê ji holê rake.

Hemû daxuyaniyên berpirsyarên rejîma AKP/MHPyê li ser van xalên li jor in. Ew van xwestekên xwe mîna “şert û merc” dide pêşiya hikûmeta Şamê ya demkî. Ji HTŞyê dixwaze ku ew şerê HSDyê bike û rê li ber xweseriyê bigire. Enqera bawer dike ku têkiliyên wê yên bi HTŞyê re dê vê rêxistina ku niha Şamê (her weha 8 parêzgehên navenda Sûriyê) kontrol dike, ber bi şerê li dij kurdan, HSD û xweseriyê ve bajo. Ev yek ne rast e. HTŞ têkiliyên xwe bi dewleta tirk re hene, lê ew ne ajana Enqerayê ye. HTŞ ne mîna “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayê” ye, ew hêza çetewerî ya ku dewleta tirk ji bo şerê li dij kurdan û dagîrkirina Rojava avakiriye.

HTŞ û Ehemd El-Şeri ji aliyê DYA, Ewropa û welatên ereb ve wek rêveberiya Sûriyayê an jî “hikûmeteke demkî” hatin qebûlkirin. Serdana wan ji aliyê gelek berpirsên navnetewî û ereb hat kirin û wezîrên vê rêveberiyê jî serdana gelek welatên ereb kirin. Balkêş e ku serdana Tirkiyayê hîna nehatiye kirin! Wiha xuya ye ku HTŞ û El-Şeri hewl didin têkiliyan bi xwe li gel DYA û Ewropa û welatên ereb çêkin. Ew xwe hewcedarî dewleta tirk nabînin. Desthilatdriya AKP/MHPyê ji vê yekê ditirse. Ew ditrse ku HTŞ xwe radestî wê neke û li şûna bi Tirkiyayê re, têkiliyên stratîjî bi welatên ereb re tercîh bike.

Jixwe niha hevdîtin di nava HTŞ û HSDyê de hene. Ev hevdîtin bi navbênkariya DYA û Frensayê tên lidarxistin. Mijarên sereke û girîng tên axaftin. HTŞ dizane ku civaka navneteweyî dixwaze hemû pirsgirêkên navxweyî bi rêya diyalogê çareser bibin. Ew rê nadin wê yekê, ku HTŞ bi rêya çekan êrîşî kurdan û xweseriyê bike. Ji ber hindê HTŞ mecbûr e lihevkirinekê bike. Ew ji bo mayîna xwe ya li ser desthilatdariya Sûriyayê ya girêdayî qebûlkirina wê ji aliyê civaka navnetewî û welatên ereb, mecbûr e sîstemeke nenavendî qebûl bike. Ev sîstem dê li gelek herêmên Sûriyayê peyda bibe. Jixwe li Siwêdayê jî pêkhateya dirzî xweseriyê dixwaze û radestkirina çekên xwe ji bo hikûmeta HTŞyê red dike. Niha her pêkhateyeke Sûriyayê xwe bi rêxistin dike û doza xweseriyeke heremî dike.

Divê nêzîkatiya HTŞyê ya bi civaka navneteweyî û welatên ereb re were destekkirin. Divê ne Tirkiya, lê welatên ereb, bi taybetî Erebistana Siûdî û Îmarat cihê Îranê bigirin. Eger lihevkirinek di navbera HTŞ û HSDyê de peyda bibe, dê dewleta tirk vala derbikeve û plana wê ya peydakirina şerekî di navbera HTŞ û HSDyê de dê bi ser nekeve. Jixwe ji ber vê metirsiyê dewleta tirk êrîşên xwe li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozakê zêde û dijwar kirin. Ew dixwaze van herêman bigire dest û bi vê yekê re Şamê jî bêbandor û tengav bike. Dewleta tirk herêmên dagîrkirî nade dest HTŞyê û komên çeteyên xwe fesix nake. Ew plan dike van herêman tevî Tirkiyayê bike û HTŞyê wekî amûrekî nû yê li dij kurdan û HSDyê bi kar bîne. Diyar e ku HTŞ ev yek fam kiriye û hewl dide xwe ji bin bandora Enqeraye derxe. Ji ber vê yekê berê xwe daye welatên ereb û hevdîtinan li gel HSDyê pêk tîne.