Pirtûka windayî ji dîroka Kurdistanê
Nivîskar: Mihemed Şemdîn
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Pirtûka “Pirtûka windayî ji dîroka Kurdistanê” lêkolîneke ku ji aliyê dîroknasa rûs Yevgeniya Elena Vasilyeva ve, li ser destnivîsên derbarê dîroka kurdan hatiye kirin û ew jî wiha ne: (Destnivîsa pirtûka Mela Mehmûd Bayazîdî ya bisernavê “Dîroka nû ya Kurdistanê” û destnivîsa “Baxçeyê El-Nasiriyê” ya Mîrza Elî Ekber Kurdistanî). Ev herdu destnivîs jî ji rûsî wergerî kurdî zaravayê soranî ji aliyê Mensûr Sidqî ve hatine wergerkirin. Her wiha, ev destnivîs jî ji aliyê Akademiya Kurdî ya li Herêma Kurdistanê sala 2023yan hate weşandin û pirtûk jî ji 241 rûpelê pêk tê.
Di vê nirxandinê de, destnivîsa Mela Mehmûd Bayazîdî ku sala 1857-1858 ya bi sernavê “Dîroka nû ya Kurdistanê” tê şirovekirin. Di vê çarçoveyê de, rojhilatanas û kurdologê polonî August Jaba di 30ê adara 1867an de jî name ji akademiya zanistî re rêkir da ku ji wan re naveroka pirtûkê bêje. Li ser vî esasî jî, akademiyê erê kir û amaje bi dîroknivîsê rûs kir ku ew destnivîseke hêja ye li ser bê karkirin. Her wiha di dîroka 13ê hizêrana 1867an de jî, Jaba kopiyek wergerkirina pêşgotina vê pirtûkê ku ji 50 rûpelî pêk tê tevî şiroveyên xwe, şand. Dîroknasa rûsî jî Yevgeniya Elena Vasilieva lêkolîn û lêpirsîn li ser vê destnivîsê kir û di encamê de ev pirtûk derket holê, ku ew jî encama lêkolînek li ser pêşgotina pirtûka Mela Mehmûdê Bayîzîdî. Lê mixabin, tu kopiyek ji tevahiya pirtûkê di pirtûkxaneya “August Jaba” de nedît. Ji ber vê yekê jî, navê wê kir “Pirtûka windayî ji dîroka Kurdistanê”. Her wiha wergera kurdî ya bi tîpên erebî tev li çapa Dêrşî ya wergera Bayezîdî ji pirtûka “Şerefname” re bû û ji nû re bi tîpên latînî ji hêla Can Dost û Avcî hat weşandin di Nameyek di Adetên kurdan de.
Li kêleka bûyerên ku Mela Mehmûd di nivîsandina vê destnivîsê de jiyan kiriye, nivîskar xwe dispêre pirtûka Şerefxanê Bedlîsî “Şerefname” ji bo ku bûyeran bi hev de girê bide. Her wiha tiştên ku piştî serdema Şerefname de çêbûne, temam bike. Bayîzîdî di pêşgotinê de, bi bîr dixe ku destnivîs dabeşî 11 beşan dike ku bûyerên ji sala 1785 heta 1858 tê de hene (heta dîroka nivîsandian van destnivîsan), ango pêvajoya piştî pirtûka “Şerefname” a Bedlîsî dide ber xwe.
Di 11 beşên vê pirtûkê de, bûyerên ku li Erziromê ji sala 1785 heta 1857an, bûyerên ku di cihê hevalbendiya Rozkî li herêma Mûş û Bedlîsê, bûyerên ku li herêmên Mehmûdî û navenda wê li Xoşab, bûyerên li herêma Wanê, bûyerên li herêma Colemêrgê, bûyerên li herêma Rewandozê, bûyerên li herêma Badînan û Amediyê, bûyerên li herêma Botan û Cizîrê, bûyerên li Selîfanê li herêma Bayîzîd, bûyerên li Fars û dagîrkeriya Rûsyayê û bûyerên li Azrebîcanê, Xoyê, Tebrîzê, Yêrêvanê, Urmiyê û Makûyê qewimîne, tê de hene.
Jiyana siyasî
Yek ji nîşaneyên ku Bayazîdî li ser rastiya kurdan radigihîne, ku hakimekî kurdan tune bû ji bo ku di wê demê de, şer bi rê ve bibe. Di vê çarçoveyê de, herdem şer di navbera mongolan û siltanên selçûqiyan û şahên sefewî û keyserên rûsî de, hebû. Hemû şer û aloziyên wan jî li herêmên sînorî ya di navbera Tirkiya, Îran û Iraqa heyî de, rû didan. Herdem jî, herêmên kurdan dibûn herêmên şer, kurdan jî xizmetguzariyên xwe ji vî alî re an jî ji vî alî re pêşkêş dikirin, li beramberî daxwazên hindik. Lê destkeftiya herî mezin a ku kurdan bi dest xistiye, ew e dema ku axa û mîrên kurdan bi Sultan Silêmanê Qanûnî re di şerê li dij Sefewiyan de, hukumê bi mîratê ji deverên wan re da wan (r.34). di vê çarçoveyê de, gotin li bara axaftinekê heye ya di navbera sultanê osmanî Silêman Qanûnî û dayîka wî de:
Dayîka Sultan: Kurê min, tu çima vegeriya û herêm ji gurcî û qizlbaşiyan re hiştî?
Sultan: Min bendeke kontrolê ya xurt li ser sînor di navbera dewleta Osmanî û Sefewî û Gurcistanê de çêkir û kes nikare derbas bike.
Dayîka Sultan: Te çawa ev yek li ser wê erdîngariyê ya li ser sînor çêkir û te bi çi ava kir?
Sultan: Min dîwarek ji goşt û xwînê ava kir û sînor radestî qebîleyên kurdan ên ji Gurcistanê heta Bexdad û Besrayê kir. Her wiha, min refek ji van eşîran danî, ku kes nikare sînor derbas bike û êrîşî dewleta îslamê bike (destnivîs r.59/pirtûka wergerkirî r.35).
Di destnivîsê de, behsa taybetmendiyên qebîleyên kurdan kir, ku rêzgirtinê ji rêveberên xwe re digirin û dilsozên wan in û biryarên wan red nakin û eger ku dijminekî derve hebe, şerê hevdu nakin. Di heman demê de jî, li ser kesekî li hev nakin ku wan bi rê ve bibe, lê berovajî wê li ser kesekî din an jî ji neteweyekî din li hev dikin, da ku wan bi rê ve bibe. Mînak, dibe ku kesekî ermenî bibe rêveberê wan û li dij wî dernakevin. Her wiha, di her qebîleyekê de, elîteke şerker heye ku navê wan “şûrkêş” e ango (şervan in) û dibin fermandariya eşîrê de kar dikin û parastina wan dikin li dij her eşîrek an jî hêzeke din û berpirsyartiya xebatên aşitî û şer bi aliyên din re dike (r.55-57). Kurd jî xwedî tecrubeyên şer ên xurt in, nexasim li dij şerê bi şev, ji ber ku axa wan herdem qadên şer bûn. Di demên şeran de jî, jin jî li kêleka mêran şer dikin (r.64-65).
Wekî hemû ronakbîrên kurdan, Bayîzîdî radigihîne ku eger lihevkirinek di navbera kurdan de hebûye, wê bikaribûne dewleta xwe ya taybet ava bikirane (r.66).
Belavbûna zimanî li Kurdistanê
Bayezîdî li gor pisporiya xwe ji me re dibêje, di hundirê deverên ku karîbû serdana wan bike bo belavbûna zaravayên kudî li deverê nexşe bike (r. 36), zimanê ku kurd pê dinivîsin û dixwînin zimanek e, gotin û alfebêta wê heman e, lê cudahî di zaravayan de heye û wiha belav dibe:
Zaravayê rewandî: Kurdên çildir (Çaldîran), Qers, Bayezîd, Mêrdîn, Wan, Xebût, Amed û heta derdora Erzerûmê û kurdên koçer li wan deveran.
Zaravayê devera Colemêrg, Hekar, Botan, Xîzan, Moks û Zîbarî: ew jî ne gelekî dûrî zaravayê rewandozî ye.
Zaravayê devera Silêmaniyê û Şarezûrê: Ev zareva ji zarevayên din cuda ye.
Zaravayê zazakî: Kurdên devera Erzirûm, Dêrsim û Çiyayê Axa pê diaxivin (ev zarava bi navê dujik, durdjuk, dudjook tê naskirin) û bi temamî cuda ye. Ev zarava tê naskirin ku ew zimanê kurdî yê kevn e, ew bi zaravayê hekarî dinivîsin, lê bi zaravayê xwe diaxivin, pir kêm tu dikarî kesekî zaza bibîne ku fêrbûyî be (r.38).
Bayezîdî amajeyê bi wê yekê dike ku tevî hebûna van herçar zaravayan û qaseya kesê ku bi wan diaxivin, lê ew ji hev tê digihêjin ji ber ku bingehê van zaravayan yek e, her wiha lê zêde dike ku tenê cudahî di bilêvkirina gotinan û hin peyvan de heye û zanyarên herî navûdeng ji kesên axêver kesên ku bi hekarî diaxivin û xwendin di nav kurdên koçer de kêm e (r.39).
Pêkhatina civakî
Bayezîdî pileya civakî dinivîe, ku kurdên seqemgîr nasnavên wekî “mîr”, paşa û axa li wan hat kirin, her wiha sinceqên wan hebûn: Colemêrg, Hekarî, Amed,Wan, Mûş, Badînan, Şarezûr û Bayezîd, deverên din jî girêdayî xwediyê nasnavê “bêk” bûn. Lê li gor kurdên koçer, bêk ji wan re tunebû, lê belê axa li gel wan hebû. Tenê Teymûr Paşa Milî, serokê qebîleyên milî yên koçer, nasnavê paşa bi dest xist, ku roleke sereke ya qebîleyên milî di bicihkirina qebîleyên bedewî de hebû li devera Reqayê (r.40).
Qebîleyên koçer yên li Azerbîcanê ji devera Loristanê hatine, gelek ji qebîleyên li Sêwas û Mêrdînê bermahiyên qebîleya reşwan û milan e. Li vir, amaje bi agahiyekê tê kirin ku bingehê milan eşîreyên êzidî bûn û di demên cuda de bûn misliman (r.41).
Her wiha qebîleyên li Dêrsimê mislimanên li ser mezhebê elewî ne ew ji qilzilbaşî cuda ye. Lê qebîleyên Mûsil, Şarezûr û Bexdadê, mezhebê wan şafiî ye (r.42). Kesê meyvexwer an jî qumarçî nayê peydakirin, lê kesê ku têkiliya wî bi tirkan re hebe, ew kiryarên ne baş dike (r.65).
Bayezîdî têbîniyekê bi bîr dixe ku şêniyên devera Mûş û Bedlîsê, her wiha devera Hekarê, çi koçer an bajarî bin, navê rozkî li wan tê kirin. Li devera Hekar û Cizîrê bi navê “koçer” tên naskirin û şêniyên devera Amêdî û Agirî bi navê “badînan” tên naskirin (r.44).
Di dîroka nû de di dema ku qebîleya silvan bi serokatiya Bedrî Beg yê ku bi eslê xwe vedigere merwaniyên dervera Meyafarqînê û desthilata wî li ser devera Bayezîdê tê cudakirin, ku ji hêla Sultan Murad ve hat dayîn. Mela Mehmûd amajeyê bi wê yekê dike ku di “Şerefname”yê de ku navê “Alaşkert” li bajar hat kirin. Ew di bin desthilata qebîlaeya bazokî de bû di dema nivîsîna “Şerefnameyê” de. Lê di serdema Mela Mehmûd de hukum çû ji celaliyan û heyderan re.
Mela Mehmûd amajeyê dike ku qebîleyên kurdî di bin hukumê osmanî de dabeşî sê beşan dibe: Milî, zîlî, sîbkî. Ew jî dabeşî eşre û şaxan dibin ku nav ji wan re hene. Lê qebîleyên kurdî yên di bin hukumê sefewî de, navê “goran” li wan tê kirin û dabeşî gelek pêkhateyan dibin ji wan Efşar, beyat û hetderî, bi tirkî diaxivin lê ew qebîleyên kurdî ne (r.46).
Li deverên Hekarê, sê qebîleyên koçer yên mezin hene her yek ji wan derdora 15 hezar malbat e ew jî artûşî, binyanşî û xanî. Li Cizîra Botanê pênc eşîrên mezin hene ew jî ev in: Dêrşewî, hacî elî, mîrî, elaqî û dudêrî. Li Amêdiyê, sê eşîrên mezin hene: Zîbarî, mizûrî, herkî. Li Amedê, eşîrên milî, qirçûyî û sîlvanî. Li Wanê, herdu eşîrên şkakî û şêkaftî. Li Mûşê û Bidlîsê, hesenlî û cibranlî. Li devera Erdirûmê qebîleyên kurdî tunene, lê kurd li gundên wê deverê bi awayekî belav hene vedigerin qebîleyên deverên din.
Tê bibîrxistin ku li Kurdistanê derdora 70 hezar malbatên ermenî li tenişta 15 hezar malnbatên nestûrî û 200 malbatên xihû hene (r.49). Ev etnîk bi kurdiya kurmancî diaxivin û bi azadî û aştî dijîn, ew şervanên mêrxaz in (r.50). Nexşeya resen a eşîrên êzdî û cihên niştecihbûna û navê wan, ew jî êzidiyên devera Şingal û Mûsilê cuda ye û navê “êzîdxan” li wan tên kirin.
Lê tevî ku Mela Mehmûd xwe spartiye nivîsên xwe li ser pirtûka “Şerefname”, lê ew têbîniyan dide ku cuda ne ji yên ku di pirtûkê de hatine. Di dema ku “Şerefname” bi awayekî erênî li êzdiyan dinêre, lê Mela Mehmûd bi nerênî amajeyî wan dike, heta asta ku dibêje kuştina êzdiyan bo mislimanan rewa ye. Dibe ku Mela Mehmûd bandora fetweyên ku li dij êzdiyan derketin lê bûye. Ji ber wê, amaje bi vê xalê kir ya ku cudahî xist navbera nêrîna wî ya Bedlîsî de xwediyê “Şerefnameyê”.
Bi rêya agahiyên heyî di pêşgotinê tenê de, em têbîn dikin ku Mela Mehmûdê Bayezîdî karekî dîrokî yê cihêwaz pêşkêş dike, bi agahiyên zengîn li bara kurdan û jiyana siyasî, civakî, çandî û aborî ya civakên wan. Li gor Basil Nikitin, rojhilatnasê rûsî yê navdar Valdemir Mînorîskî, hejmarek ji nivîsên yên neweşandî yên Jaba vegerand, ên ku hat gotin ku windayî ne. ku hemû belgeyên mayî têbîniyên zimanê ji hêla neviyên Jaba hatin dayîn. Lê xuya dike ku nikarîbû tu madeyan ji wan belav bike. Heger ev yek rast be, nexwe hê jî hêvî heye ku dîroka Bayezîdî ya nûjen dibe ku rojekê ji rojan bê peydakirin. Peydakirina vê destxetê dê bihêle ku dîroka kurdî zelaltir be, bi taybet di serdema piştî rûxîna mîrnişînên kurdî de û derketina çîna bîrokrasî ya kurdî ya ku Mela Mihemedê Bayezîdî yek ji wan bû, li gor jiyannameya wî. Tekez, dê roleke mezin a vê pirtûkê di têgihaştina avabûna hizira neteweya kurdî de, hebe.