Şerê havîna 2025an.. Xamineyî li ser rêya Ebdulnasir 1967
Nivîskar: Mihemed Seyid Risas
Ewrên şer hêdî hêdî kom dibin û hin caran nayê dîtin, piştre jî baran agirê xwe dibarîne. Mirov dikare bibêje ku şerê Îsraîl û Îranê 20 mehan dewam kir (ji 7ê cotmeha 2023yan) heta ku ewrên wê kom bûn. Eger ku lawazbûna Îranê ya leşkerî bi rêya êrîşa li dij Îsraîlê di meha nîsan û cotmeha sala borî de nehatibe eşkerekirin û eger ku hevalbendên wê di şerê Xeza û Lubnanê de nehatana têkbirin û piştre jî rûxandina rêjîma El-Esed a hevalbendê wê li Şamê, ne pêkan bû ku ev şer rû bida. Herwiha, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di xîtaba xwe ya roja şer de bi bîr xist ku Îran di mehên dawî de gavên mezin avêtine ji bo leşkerîkirina uranyuma dewlemendkirî, dibe ku ev yek jî sedemeke yekser a ku hişt Washington erêkirinê bide Tilebîbê, piştî çend mehên rênedayînê ya ku serokê Amerîkayê Donald Trump feriz kiribû, lê ne sedema kûr be, ku di tevgera Amerîkayê ya di şer de û berevajîbûna wê ya bi Îsraîlê re, tê dîtin.
Eşkere bû ku Trump nexwest rejîma Îranê hilweşîne, berevajî Netanyahu, lê belê dixwest bi rêya wergerandina siyasî ji hundirê avahiya rejîma Îranê ya encamên leşkerî yên şer, ku bi awayekî eşkere bi tundî li dij Tehranê bûn, wê kontrol bike. Sînordarbûna Amerîkayê ya êrîşa li dij yek ji her sê cihên nuklerî yên Îranê û piştre jî Amerîka erê kir ku ser rawestandina şer ku ev yek li ser Îsraîlê jî bi awayekî eşkere feriz kir, diyar kir ku niyeta Amerîkayê ya danûstandinan heye an jî, eşkerkirina ku heta kîjan astê Îran dikare bibe bersiv li ser rastiyên nû . Herwiha, gelek nîşane hebûn ku ji rojnameyên Îsraîlê re hatin ragihandin, ku Netanyahu ji vî senaryoyî ku Trump feriz kiribû, ne razî bû.
Di vê çarçoveyê de, gelek analîzvanan ev rêbazê Amerîkayê nirxand ku Amerîka ditirse li Îranê jî kaos dubare bibe piştî rûxandina rêjîmê, wekî Iraq, Lîbya û Yemenê, herwiha bi tirs bû ku kaosa Îranê ya zêdetir bi bandor be li ser gelek herêman, ji Rojhilata Navîn bigire heta Qefqasya Navîn, Pakistan û Efganistanê. Lê divê tiştê ku baylozê Amerîkayê yê dawî li Yekîtiya Sovyetê gotiye, bi bîr bixin û wiha got: “Washington bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê matmayî ma û hewl nedida ku ev yek pêk were”. Berevajî vê, wê dixwest Mikhail Gorbachev, ku di warê tawîzan de comerd bû, di nav de di sala 1990an de ji dijberiya Sovyetê ya li hember yekbûna Almanyayê vekişiya ku ji rojên Joseph Stalin ve hebû û têkçûna wî ya girêdana vê yekê bi vekişîna Almanyayeke yekgirtî ji NATOyê re, dorpêç bike.
Îhtîmala mezin jî Elî Xamineyî bi gotina Friedrich Engels kir “Têkçûn çarenûsa çi hikûmetê ye ku rê dide tevgera dijber ya ku hewl dide wê birxûne, di çarçoveya qanûnan de bixebite” yê ku bi awayekî tund serhildana şagirtan sala 1999an û “şoreşa kesk” di sala 2009an de çewisandin. Niha jî neçar e ku tawîzên mezin ji Trump re pêkêş bike, dosyayên nuklerî, mûşekan û siyaseta herêmê (herwiha navdewletî ji ber têkiliyên bi Çîn û Rûsyayê re), bi şertê ku bihêle di hundir de destê wî xurt be, an jî wiha texmîn dike. Lê Washington jî li bendê ye ku Gorbachevê îranî ji dayîk bibe, bi hebûna Xamineyî lawaz an jî piştî mirina wî (ku di sala 1939an de hatiye dunyayê û nexweş e). Di civaka Îranê de, gelek kesên ku serdana wan kirine, dibînin ku ciwanên Îranê yên ji her du zayendan, ji nava çîna ciwanên civakên Rojhilata Navîn, yên herî kêm oldar in û ciwanên Îranê yên herî zêde meyla wan ber bi metoda lîberalîzma rojavayî ye. Ev wê yekê bi bîr tîne dema ku rojnamevanên rojavayî yên ku di serdema Gorbaçov de serdana Moskoyê kiribûn, li wir wan meylên lîberal ên di nav teknokratên Sovyetê de ji hevpîşeyên xwe yên li rojava xurttir hîs kirin.
Bêyî van xalan, banga Trump ji îraniyan re ku di roja ku şer bi dawî dibe de danûstandinan bikin, nayê ravekirin. Gefa wî ya jinûvedestpêkirina şer, di gel tedbîrên tehdîdkar ên Îranê yên ji bo vekişîna ji IAEAyê yan jî jinûvedestpêkirina dewlemendkirina uranyumê, vê rastiyê venaşêre ku îhtîmalên danûstandinê ji bo Trump û Xameneyî ji perspektîfa vegera şer mezintir in. Ev ji bo Netanyahu cuda ye, ku ji bo wî şerê hezîrana 2025an nîşan da ku Tilebîb çiqas hewceyê Washingtonê ye û çawa Trump rola hekemekî fûtbolê lîst ku fîtika destpêkirinê lê da û dûv re maç tam di kêliya ku wî hilbijart de bi dawî kir û pê re her du tîm şermezar kirin.
Li vir mirov dikare bibêje encamên şer; a yekê Amerîka ku piştî êrîşa Tevgera Hemasê, dev ji siyaseta Barack Obama ya derketina ji Rojhilata Navîn ji bo balkişandina zêdetir li ser Rojhilata Dûr ji bo rûbirûna derketina Çînê, berde. Bi wê re jî, Obama siyaseteke hêsan bi Îranê re meşand û di heman demê de jî destûr da Moskoyê ku di Sûriya û Lîbyayê de bi cih bibe. Diyar e ku rewş îro ber bi avakirina Rojhilata Navîn ya nû ve diçe tevî “NATOya Rojhilata Navîn”, ev yek jî ne pêkan e, bê sînordarkirina hebûna Îranê ya herêmî û kêmkirina serweriya Rûsyayê li Sûriya û Lîbyayê. Encama duyem, tava Îrana Xamineyî-Xamineyîzim bi şepêla xwe ya hizirî-siyasî, diyar e ku di herêmê de ber bi çûyînê ve diçe piştî şerê havîna 2025an, wekî ku çawa bi Misira Cemal Ebdulnasir re piştî şerê havîna 1967an de çêbû, dema ku hevalbendê Ebdulnasir li Yemena Bakur Ebdulah El-Selal û hevalbendê wî yê iraqî Ebdulrehman Arif têk çûn. Di heman demê de, hevalbendê Ebdulnasir li başûrê Yemenê piştî vekişandina Birîtanyayê, nikarîbûn ku desthilatdariyê bi dest bixin. Encama sêyem; ev şer gotinên wekî “lawazbûna hêza Amerîkayê” û “derketina cîhaneke piralî” ku Çîn, Rûsya û Îranê di pêvajoya di navbera şerê Ukranya û êrîşa tevgera Hemasê propogandeya wê dikirin, vala derxistin. Hemasê jî li ser esasê van gotinan û gotina ku dibêje “Îsraîl ji konê pîrê lawaztir e”, êrîşa xwe pêk anî.