“Komeke peywirî” niştimaniya sûriyayî ava dike!

Dr. Tariq Hemo

Made bi zimanê erebî العربية

Armancên sereke yên desthilatdariya li Şamê (ya ku ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam ve tê birêvirin û divê herdem were bibîrxistin) çîroka “kontrolkirina dewletê li ser tevahiya herêmên welat” dubare dike. Bi gotineke din, divê hikumet/dewlet, bi rêya hêzên ewlekarî û komên ku dibin navê “artêşa rêjîma Sûriyayê” de kom bûne, serweriyê li ser aliyan bikin û hemû diyardeyên rêveberiyên xweser ên xwecihî yên van pêkhateyan, jiholê rake. Desthilatdariya Şamê ya ku ji aliyê ragihandina ereban ve tê destekkirin û desthilatdarî xwe dispêre wan, hemû aliyên ku komên wan red dike û amajeyê bi cewherê wan milîsan dikin û binpêkirinên ku pêk anîne şermezar dikin, wan bi xayîn û sûcdar bi nav dikin. Desthilatdarî û rojnamevanên wê yên sûriyayî, yên ku hukimê komên tarî yên tundraw red dikin, bi “cudaxwaziyê” bi nav dikin û çekên wan yên ku parastina xwe di dirêjahiya salên şerê navxweyî yê Sûriyayê de kirin, wekî “çekên ji dervayî çarçoveya dewletê” dibînin û dibêjin tenê divê çek di destê Heyet Tehrîr El-Şam, çekdarên wê û fermandarên wan ên biyanî de be.

Pêdivî bi analîzkirina gotara desthilatdariya Heyet Tehrîr El-Şam heye û biyopsiyek ji hişê wê yê kûr bê girtin da ku were eşkerekirin ka çi ji bo Sûriyayê, ax û gelê wê heye (beşek ji vê niyeta veşartî di mehên dawî de derketiye holê) di warê plan û bernameyên li ser bingeha afirandina guhertin û koçberiyên mezin (hilweşandin û dagirtina nifûsê) di laşê Sûriyayê de, ku bibe sedema avakirina dewleteke nû bi karekter û avahiyek nû ku dê qutbûneke dawî bi Sûriyaya kevin re çêbike.

Yekem: Desthilatdariya Şamê xwe wekî dewlet, paytext û navend dibîne û aliyan wekî aliyên negiring dibîne û ev jî şaştiyeke ku desthilatdarî li ser dimeşe. Herwiha, li ser rewşa “de facto” israr dike, ku alî wekî demkî, awarte û ne resen dibîne û di encamê de jî, li dervayî çarçoveya niştimanî ye. Lê belê xwe wekî, dewlet û desthilatdariya dayîm dibîne û dibîne ku di kes, raman û xuyangên çekdarî yên xwe de tevahî, bingeh û eslê Sûriyayê temsîl dike. Lewre, desthilatdarî têgihaştin, hest û taybetmendiya “niştimaniya Sûriyayê” ji yên din distîne û tenê ji bo xwe bi nav dike û dikin monopola xwe ya taybet. Ew ji aliyekî ve aliyê mezhebî dikin dewlet, tenê ji ber ku wê bi hêza hovane desthilatdarî bi dest xistiye û rejîma berê li paytextê ji desthilatdariyê derxistiye. Ew nêzîkatiyeke pir navendî û îdeolojiyeke derxistinê ye ku di totalîtarîzm û zordariyê de asê maye.

Duyem: Desthilatdarî hemû dîroka opozîsyona siyasî ya Sûriyayê, radike. Herwiha, red dike ku bi hebûna partî, hêz, kesayetên siyasî yên niştimanî yên muxalif ku rûbirûyê rejîma berê bûn û berdêlên gelekî mezin dan dema ku xwe xistin eniya rêjîma borî. Desthilatdariya heyî dixwaze vê dîrokê û mîraseya têkoşînê ji hizir, mêjî û rastiya sûriyayiyan rake, bi rêya qedexekirina partiyên siyasî. Desthilatdariya Şamê, hemû hêz û partiyên siyasî yên ku dûrî mezhebî û neteweperestî yên li ser esasê niştimaniya Sûriyayê, xeteriyekê li ser xwe dibîne û wekî astengî li pêşiya xwe dibe ya ferizkirian nêrîna xwe ya dijberî niştimanîya Sûriyayê ya li ser esasê mezhebiya tekfîrî ya tundraw. Herwiha, desthilatdariya Şamê tu partiyan û hêzên siyasî yên ku hemû sûriyayiyan li ser esasê niştimanî li hev dicivîne, naxwaze, lê belê sîstemekî kota ya şaş ku sûriyayiyan parçe bike û wan bike piranî ku bi xwe ve girêde û kêmanî ku wan bi rêya erkdarkirina hin kesan temsîl bike.

Sêyem: Desthilata nû hewl dide nasnameya pirreng a Sûriyayê kêm bike û bike yek mezheb û vê mezhebê bi şîroveya hişk a ku ew qebûl dike û ferz dike ve sînordar bike. Ew herwiha bi “paqijkirina” qada cografîk a her hebûna sûriyayî ya li derveyî “mezheba serwer” û “paqijkirina” mezheba bixwe ji raman/mîrata şamî ku li dijî şîrovekirina rejîmê û nêzîkatiya wê ya tekfîrî ya tundrew e, eleqedar e. Diyar e ku desthilatdariya Şamê xwe dispêre demê ji bo bicihkikrina ramanên xwe û şiroveya xwe ya ji îslama sunî re û dûrxistina şiroveyên din, bi armanca destdanîna li ser piraniya suneyên sûriyayî û di encamê de jî, rewakirina îdîayên xwe yên ku qaşo nûnertiya piraniyan dikin, piştî ku ev mezheb xistin bin kontrola xwe û bêdengkirina dengên li dij wan û çewisandina şepêlên kevneşop ên ku nêrîn û ramanên wê red dikin û bi israr in ku xwe bi nasname û taybetiya îslama sunî ya şamî bigirin.

Çarem: Desthilatdariya Şamê dema ku bixwaze dijberên xwe yên sûriyayî yên cuda (mezhebî, herêmî û siyasî) çavşkandî bike, berê xwe dide “komên beredayî” û “erkên qirêj” di pêkanîna komkujî û binpêkirinan de dide wan, wekî komkujiya ku li beravê derheqê elewiyan de çêbûye û herî dawî jî li Ceremana û Sehnaya û Siwêdayê derheqê duruziyan de çêbû. Ev “komên beredayî” ji bo desthilatdariyê armanca “çavşkandina” dijberan li dij mezhebên ne sunî (elewî û durzi heta niha)  û herêmên rêveberî li aliyên (berav û Siwêdayê) û piştre jî ji xwe ji sûcên wan dûr dixin (tevî ku  banglêkirina serferberiyeke giştî li dij elewiyên beravê) û veşartina nîşaneyên van sûcan bi rêya “komîteyên lêpirsînê” ku qaşo erka “eşkerekirina rastiyan” girtibû ser xwe û soza edaletê dabû gel, lê meh li peyî mehekê, belavkirina rapora xwe taloq dike, li bendê ye ku demek li ser sûcan re derbas bibe ango bibe beşek ji rabirdûyê û were jibîrkirin.

Pêncem: Desthilatdariya Şamê xwe dispêre girseyê yên ku bi awayekî zanebûn hatin nezankirin û bi  nîjadperestiyên olî, mezhebî û neteweyî hatine sorkirin, da ku bi prosesên “qirkirina” herêmên navxweyî (di şiroveya kevn/nû de: Sûriyaya bi sûd) û li dij hemû pêkhateyên Sûriyayê yên ne sunî, bi kar bînin. Di vê çarçoveyê de, bûyera derewîn a ku qaşo oldarekî duruzî gotinên ne baş ji bo pêxember Mihemed gotine, ev yek bû destpêka hemleya qirkirina mezhebî derheqê duruziyan de, di encamê de girse germ bû û êrîşî taxên piraniya niştecihên wê duzurî li Şamê kirin û bi dehan kuştin û êşkence li xwendekarên duruzî yên li zanîngehên hundirîn kirin û di encamê de jî, prosesa qirkirina mezhebî pêk hat û hiştin ku xwendekarên duruzî ji zanîngehên hundir ên Sûriyayê derkevin û berê xwe bidin gundên xwe yên li parêzgeha Siwêdayê. Herwiha girseyê, êrîşî xwaringeh û cihên bihnvedanê li paytextê kirin û êşkence li xelkê kirin û êrîşî xwendekarên xiristiyan ên sûriyayî kirin, bi bihaneya  “tevlihevbûna herdu zayendan” . Ev yek, ji bilî revandina keçikan û tasfiyekirina welatiyan di bûyerên ku kujerên wan nayê zanîn û pêkanîna binpêkirinên rojane dûrî çavê cîhanê û bê ku dengvedaneke wê an jî girîngiyeke wê di ragihandina fermî de çêbibe.

Şeşem: Desthilatdarî hewl dide ku sûdê ji erêkirina xwe li derve bigire û dewletên ereban û rojavayî peywendiyê bi rêveberên wê re çêbike û pêşwazîkirina Ehmed El-Şeri ji aliyê gelek rêveberên ereban û rojavayî ve, ji bo di hundir de bi kar bîne û siyaseta xwe ya li ser esasê çewisandina rikberên xwe berdewam bike û bingehên dewletê bixe destên xwe û rêjîmeke tekane ava bike ku girêdayî komekê be. Ev hemû jî bi xwespartina li ser “naskirina derve” û pêwîstiya cîhanê ji rejîmeke nû re ji bo gelek dosyayên ku hîna mane. Lewra, desthilatdarî xizmetguzariyên xwe ji bo derve pêkêş dike û wekî komeke peywirî kar bike û gelek dosyayên ji bo ereb û rojava girîng e çareser bike, wekî: şerê li dij rêxistina DAIŞê di Sûriyayê de, xelasbûna ji cîhadîstên biyanî, parastina sînor bi Îsraîlê re û qutkirina têkiliyan bi Îran û komên girêdayî wê re, an jî tevlêbûna nava Peymanên Îbrahîm û bibin beşek ji eksena nerm a ereban.

Rastî ew e ku desthilata El-Şeri bi pêşkêşkirina xizmetên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên girîngiya navneteweyî û erebî, berdewam dike ku hevsengiyên siyasî û hesaban manîpule bike, hemî di berdêla destkeftiyên ku bi dest dixe de, ku di nav wan de ya herî girîng ew e ku wekî hikûmet û nûnertiya Sûriyayê tê naskirin û qebûlkirin û hemû cureyên binpêkirin û tawanên ku di encama pêkanîna plana “hêzdarkirin” û “avakirinê” ya ku ew ji bo guhartina avahî û cewhera dewleta Sûriyayê dişopîne, paşguh dike. Tew heger naskirina navneteweyî bi şertê veguhastineke nerm an jî bê binpêkirinên mafên mirovan di dîroka hikûmetê de be jî, tenê vekirina kanalên ragihandinê û sembolîzma pêşwaziyên serokatiyê dê bes be ku derfetekê bide rejîmê ku daxwazên navneteweyî derbas bike, demê bi dest bixe da ku qonaxa yekem a rakirina dijberên xwe yên navxweyî temam bike û derfetekê bide komikê  ku saziyên dewletê daqurtîne, bi vî rengî rastiyek bêveger biafirîne.

Desthilat hewl dide ku li gorî hiyerarşiyek ku ji destpêkê ve saz kiriye, ji hemû dijberên xwe xilas bibe: Yê herî qels, paşê yê qels, paşê yê bihêz, paşê yê herî bihêz. Gotinên destpêkê li ser êrîşa wêranker a li ser pêkhateya elewî li Hums, Hema û beravê û dû re jî êrîşa li ser pêkhateya durzî bûn, ku xuya ye piştî destwerdana leşkerî ya Îsraîlê û bombebarankirina qesra serokatiyê ji aliyê makîneya şer a dewleta îbranî ve hatiye betalkirin û rawestandin. Rayedar herwiha piştî ku armanca operasyonê bi dest xistin û van dijberan ji holê rakirin an jî îradeya wan a berxwedan û redkirina herheyî, wekî ku ew xeyal dikin û dixwazin, têk birin, ji bo ku ji berpirsiyariya xwîna rijandî birevin, siyasetek didin ku erkên qirêj didin tiştên ku ew jê re dibêjin “komikên beredayî”.

Desthilat di pesndayîna “seferberiya giştî” de zirarê nabînin dema ku dor tê ser paqijkirina mezhebî ya ku ereban tenê ji ber cudahiyên wan ên olî dike hedef û di bikaranîna “hawarçûna eşîrên ereban” de dema ku kurd (piraniya wan misilmanên sunî ne) hedef in. Dibe ku destnîşankirina tawankarên şer ên di lîsteyên terorîzma navneteweyî de, wek Hatem Ebû Şeqra û berî wî Mihemed El-Casîm (Ebû Emşa), bo Artêşa Nû ya Sûriyayê bi awayekî zelal niyetên dijminane yên vê desthilatdariyê li hember pêkhateya kurd a Sûriyayê nîşan dide. Ev nayê wê wateyê ku ew girêdayî daxwaz û îradeya Tirkiyayê ye û di berdêla destkeftiyên ji bo aliyê ku vê desthilatdariyê bi rê ve dibe, ew jî “pragmatîzma” komikan e, da ku fermanên dewleteke dagirker a biyanî ya çavbirçî bi cîh bîne. Ew zîhniyeta komeke peywirî û newelatparêz e ku serwerî, erd û mirovan wekî kelûpelan li bazarên vekirî bi cîhana derve re pêşkêş dike, da ku hebûna xwe misoger bike û bi baweriya ku ev yek hêzek mezintir dide wê ku desthilatdariyê heta hetayê biparêze.