Sûriya: Her sê hêzên kurdan!
Nivîskar:Dr.Tariq Hemo
Li Sûriyayê 3 destkeftî/hêzên kurdan hene. Hêza herî mezin û xwedî rol HSD ye. Hêza duyem jî Rêveberiya Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê ye. Hêza sêyemîn hebûna pêkhateya kurd û yekîtiya vê pêkhateyê ye. Hebûna kurdan li 3 herêmên destnîşankirî û li navenda Sûriyayê, hêzekê dide xwestekên kurdan û helwesta HSD û Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê xurt dike.
Li hemberî Şamê jî, divê danûstendin li ser bingeha van her sê rastiyan bên kirin. Jixwe ew peymana dîrokî ya ku di 10ê adara 2025an de di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê, Mezlûm Ebdî û serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyayê û Ehmed El-Şeri de hatibû îmzekirin, li ser her du rastî/ bingehên yekemîn û duyemîn bû. Mezlûm Ebdî wek berpirsê HSDyê û nûnerên Rêveberiyê amede bû. Wî nûnertiya hêzeke leşkerî ya li ku tevahiya Sûriyayê biryardar û xwedî hebûn e, dikir. Herwiha ew bi navê rêveberiyeke ceyografî (30% ji axa Sûriyayê) ya ku di nava xwe de bi milyonan ereb, kurd, suryan, asûr û ermen vedihewîne, çû Şamê û ew peyman îmze kir.
Niha rastiya 3yan, an jî hebûna pêkhateya kurd ya li tevahiya Sûriyayê heye. Ev milyonên kurdên ku bi sedên salan dûrî axa Kurdistanê û ziman/çanda kurdî ketine, divê careke din li neteweya xwe vegerin. Li Şam, Heleb, Hema, Laziqiyê, Dera û Idlibê bi milyonan kurd hene û bi kurdayetiya xwe şahnaz in û bi serbilindî xwe mîna kurd didin nasîn. Ji bo van kurdan divê xebateke mezin ji aliyê Rêveberiya Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê were kirin. Divê ji bo sazkirina têkiliyan bi van kurdan re, desteyek were avakirin û budceyek were terxankirin. Di hemû warî de divê têkilî bi van kurdan re were çêkirin û xurtkirin.
Eger kurd xwe bi rêxistin bikin, hêza xwe bicivînin ser hev û derfetên di destê xwe de baş bi kar bînin, dê bibin aktorê herî xurt û beriz li tevahiya Sûriyaye. Niha bingeh heye. Kurd, HSD û Rêveberiya Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê ji sala 2011an ve û heya niha ji bo Sûriya û tevahiya cîhanê mînakeke hêja ya berxwedan, bihevrejiyan û avakirinê, nîşan daye. Wan li dij terorê şer kir. Li Kobanî destaneke berxwedanê nivîsîn. Reqa rizgar kir û DAIŞ têk bir. Bi vê iradeyê kurd dikarin Sûriyayeke nû ava bikin û ji bo welatekî demokrat û azad û her pêkhteyekê bibin palpişt û alîkar.
Jixwe li herêmê niha diyalog heye. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê dest bi proseseke aşîtiyê di navbera dewleta tirk û kurdan de bûye. Bi insyatîfa serokê kurd Ebdulah Ocalan niha prosesek dimeşe. Dewleta tirk piştî guhartinên li herêma Rojhilata Navîn û êrîşên Îsraîlê li dij Îran û hevalbendên wê, hewl dide bi kurdan re lihevkirinekê pêk bîne û xwe ji pêla guhartinan biparêze. Ocalan jî li ser bingeha berjewendiyên gelan û bidestxistina mafên kurdan aştiyeke mayinde û demokratîzekirina civakan dixwaze. Ew niha tevahiya herêmê diguherîne û têkiliyeke nû ya li ser bingeheke wekhev û azad di nava gelên herêmê de çêdike.
Wek encama projeya Ocalan ya “Aşîtî û Civaka Demokrat” têkiliyên kurdan yên navxweyî jî baş bûn. Niha danûstendin di navbera herêma Kurdistana Başûr û Rêveberiya Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê hene. General Mezlûm Ebdî li Başûr bi berpirsên hikûmetê û partiyên mezin re civiya. Dema pêkhatina kongreya kurdî li Sûriyayê jî hat destnîşankirin. Ji bo vê kongreyê hemû hêzên kurdistanî alîkar in. Divê li Sûriyayê yekîtiyek kurdan hebe. Bi yekdengî û yekhelwestê kurd li Şamê amade bin. Hebûn û hêza kurdan dê aramiyê li Sûriyayê peyda bike û rê li ber derketina dîktatorî û totalîtarîzmê bigire.
Îro ne tenê li Kurdistnê kurd hêzek in, lê herwiha li hemû paytextên heremê. Ew li Bexdad, Şam û Enqerayê jî hêza guharînê ne. Ew gerantorê demokratiyê û aştiyê ne. Rojhilata navîn ya nû ya demokrat, wekhev û azad, Ocalan ew di projeya xwe ya bi navê “Aşîtî û Civaka Demokrat” de gewde kir. Ocalan li şûna şerê gelan, destwerdanên derve û xerckirina bi milyaran ji keda xizanan ji bo kirîna çekdan, civakeke demokrat û aştiyeke mayinde û rasteqîn ava dike û bi cih dike.