Gelo wê zimanê “baregehên leşkerî” yên Tirkiyayê ji bo serweriya li Sûriyayê, bi ser bikeve?
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Ketina rêjîma Beşar El-Esed, hişt ku daxwaz û armacên Tirkiyayê di hûndirê Sûriyayê de xurt bibin, çi bi rêya hebûna leşkerî ya li ser esasê “de facto”, an jî dagîrkeriya yekser bi bihaneya parastina ewlekariya neteweyî. Serweriya “Heyet Tehrîr El-Şam”ê li ser piraniya parêzgehên Sûriyayê ku berê di bin serweriya rêjîma rûxandî de bûn, hişt ku hikûmeta Tirkiyayê peymanên aktîfkirina baregehên hewayî û çeksazkirina wê an jî avakirina baregehên leşkerî yên nû, îmze bike. Mijara baregehan bû beşek girîng ji danûstandinên di navbera Enqera û Şamê de. Herwiha Tirkiya sûd ji lawazbûna Hikûmeta Demkî û ji serweriya hebûna xwe di hundirê Wezareta Parastinê de bi rêya çekdarên girêdayî wê û nêzîkbûna erdîngarî û hebûna wê beriya ketina El-Esed û dagîrkirina hin beşên bakurê Sûriyayê, herî dawî jî pêwîstiya hikûmeta Ehmed El-Şeri bi parastina derve wekî ku çawa rêjîma El-Esed hebûna rûsyayî û îranî bi kar anî, wergirt.
Di vê demê de, mijara baregehên leşkerî yên Tirkiyayê bûye rojev, ku Tirkiya bi rêya baregehan dixwaze bandorê li biryarên siyasî û aborî yên Sûriyayê bike û nîşaneyên serweriya Tirkiyayê ya nû li herêmê xêz bike. Lê ev mijar, rastî berjewendiyên herêmî yên Îsraîlê û hin dewletên ereban hat, dibe ku ev yek bandorê careke din li xerabbûna sîstema herêmî bike. Ev yek jî tê wateya ku li şûna serweriya Îranê, serweriya Tirkiyayê çêbibe, dibe ku ev yek bi xwe re rûbirûbûneke dîplomasî û siyasî ya nû bîne û dibe ku jî bi xwe re rûbirûbûneke leşkerî di navbera hêzên ku li Sûriyayê rikber in de, bîne.
Dîtinên Tirkiyayê yên hevkariya leşkerî
Di hevdîtinên di navbera El-Şeri û Erdogan ên di destpêka sibatê de, hinek pêşbînî bi xwe re anîn, der barê hevkariya leşkerî ya çavrêkirî di navbera herdu welatan de, ji nava wan avakirina baregehên hewayî yên leşkerî yên nû li Sûriyayê, garantiya gihaştina esmanê Sûriyayê û Tirkiya roleke rêveber di perwerdekirina artêşa Sûriyayê ya nû de, bilîze (1). Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Tirkiyayê ku rojnameya “Hurriyet”ê ya tirkî xwe spartiye wan, tê pêşbînîkirin ku peymanên leşkerî û parastinê di navbera Enqera û Şamê de çêbibin, “bi armanca xurtkirina hevkariya ewlekarî” (2). Serdanên berdewam ên şandên leşkerî û şandên îstixbaratî yên Tirkiyayê ji bo Şamê, diyar dike ku rayedarên tirk rijd in û dixwazin ku bi lez erka perwerdekirina artêşê û jinûvesererastkirina balafirgehên leşkerî pêk bîne û roleke leşkerî ya girîng di Sûriyayê de bigire dest. Li gorî gelek raporan, Tirkiya plan dike ku gelek baregehan ji bo balafirên Tirkiyayê çêke ku sûdê ji binesaziya balafirgehên Sûriyayê li herêma Tedmûrê (Balafirgeha Tedmûrê) û balafirgeha “T4”ê werbigire. Herwiha, Tirkiya hêz û alavên leşkerî derbasî balafirgeha Minixê ya leşkerî kirin ku 35 kîlometereyan li bakurê Helebê ye, ku niha bi hevkariya sûriyayî-tirkiyayî tê xebitandin. Herwiha, Tirkiya di dema dawî de, balafirgeha Minixê nû û berfireh kir û radar û sîstema parastina hewayî û hin alavên din, derbasî balafirgehê kirin. Pêkan e jî ku ev çalakbûna di balafirgeha Minixê de, gava destpêkê ya zêdekirina destwerdana leşkerî ya yekser ya Tirkiyayê di Sûriyayê de be û dibe ku niyeta Tirkiyayê ya demdirêj di herêmê de, eşkere bike (3).
Di rastiyê de, ne tenê avakirina baregehên balafirgehan û girîngîdayîna naverasta Sûriyayê ji aliyê Tirkiyayê ve, sînordar bûye, lê belê li bakurê Sûriyayê jî xebatên avakirina baregehan bi awayekî veşartî û bê rojeva ragihandinê dewam dike, berovajî axaftina li ser balafirgehên leşkerî û niyeta Tirkiyayê ya serweriya li ser naverasta Sûriyayê û herêma biyabanê. Di vê çarçoveyê de, Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) ragihand ku artêşa Tirkiyayê hewl dide ku baregehên nû li herêmên başûr û rojhilatê bajarê Minbicê û li derdora Kobaniyê ava bike. Herwiha, HSDyê got ku artêşa Tirkiyayê bi şev û bi awayekî veşartî maşîneyên leşkerî û alavan derbas dike, ji bo avakirina baregehên nû li girê Qereqozakê û li aliyê rojavayê Firatê û gundê Hesen Axayê yê li başûrrojhilatê Minbicê (4). Ev yek hemû tê kirin, di demekê de ku hikûmeta Şamê bêdeng e. Diyar dibe ku metoda avakirina baregehên leşkerî bi du awayan bi rê ve diçe: Ji ber rewşa heyî li bakurê Sûriyayê ku HSD dibêje bi dehan baregehên leşkerî hene, ya din jî bi rêya peymanên dualî û jinûvesererastkirin û perwerdekirin û ji bilî wan peymanên din.
Ramsteina Sûriyayê: Çavên Enqerayê li biyabanê ye
Diyar e ku ked û hewldanên Tirkiyayê li ser biyabana Sûriyayê bi awayekî sereke ye, sedema vê yekê jî ne tenê leşkerî ye, lê belê armancên aborî ne jî, ku girêdayî serweriya li ser xetên enerjî û boriyên wê û serweriya yekser li ser sektorên petrol û gaza Sûriyayê di siberojê de ye.
Berpirsekî îstixbaratî yê herêmî û rayedarekî ewlekarî yê sûriyayî û çavkaniyekî ewlekarî yê biyan ku li Şamê ye, gotin ku di danûstandinên ku di navbera rayedarên Tirkiya û Sûriyayê de çêdibin, avakirina 2 baregehên leşkerî yên Tirkiyayê li herêma biyabana Sûriyayê ya ku bi Badiyet El-Şam tê naskirin ku li naverasta Sûriyayê ye, digire nava xwe(5). Di heman demê de jî, destgehên ragihandinê yên Tirkiyayê ku xwe spartin Reutersê, gotin ku hikûmeta Sûriyayê ya demkî gotiye baregeha leşkerî ya li Tedmûrê ji bo Tirkiyayê ye û ev baregeh wê bi qasî baregeha Ramsteinê ya amerîkayî li Almanyayê be. Herwiha, Enqera jî hemû hêzên mezin agahdar kirine, di nav de jî Neteweyên Yekbûyî û ragihand ku çi êrîşa li dij wê baregehê, wê bersiva wê bi hêzê be.
Armanca sereke ya avakirina baregehên di naverasta Sûriyayê de, li kêleka wê jî serweriya leşkerî di Sûriyayê de, kontrolkirina xetên enerjiyê ye. Li gorî wezîrê enerjiyê yê tirk Alp Arslan Bayraktar, dibe ku hevkariya demdirêj, bihêle ku xetên nû yên petrol û gazê yên Sûriyayê bi stasyonên hinardekirina Tirkiyayê ve girê bidin (7). Herwiha, heman wezîrî geşbîniya xwe anî ziman û got têkçûna El-Esed, wê bihêle ku projeya xeta boriyê ku ev demeke dirêj e rawestiyaye, ji nû ve geş bibe, ku Tirkiya û Qeterê bi rêya Erebistana Suidî, Urdun û Sûriyayê, bi hev ve girê dide. Di heman demê de, Tirkiya jî hewl da ku vê projeyê pêk bîne, da ku xwespartina li ser gaza Rûsyayê kêm bike û daxwazên xwe xurt bike ku bibe navendeke enerjiyê, lê El-Esed ev yek red kir, ji ber ku Rûsya li dij vê yekê derket.
Ji wê zêdetir, Enqera hewl dide ku bi rêya dosyaya enerjiyê ewropayiyan ber bi xwe ve bîne, herwiha hewldana Tirkiyayê ya gihandina ewlekariya petrol û gaza ereban bi rêya Sûriyayê, du armancan pêk tîne; a yekê wê bibe navendeke enerjiyê û ji aliyekî din ve jî xwespartina li ser gaza Rûsyayê kêm dike (8). Li vir êdî girîngiya baregehên leşkerî li biyabana Sûriyayê û naverasta Sûriyayê diyar dibe, ji ber ku dibe xala gihandinê ji hemû projeyên girêdayî enerjiyê re. Ji bilî vê yekê jî, hebûna baregeha leşkerî li Tedmûrê bandorê yekser li ser proseya derxistina petrolê li herêmên nêz dike, nexasim Dêra Zorê, ev yek jî tê wateya ku Tirkiya hewl dide ku ew bi tevahî serpereştiyê li vê sektorê bike.
Rûbirûbûna berjewendiyên Tirkiya û Îsraîlê
Têkçûna bilez a rêjîma El-Esed, herêm xist aftmosfêreke ne diyar, nexasim ku di encamê de rêveberiyeke nû ya welat çêbû û hîna ne diyar e ku wê dev ji rabirdûya xwe ya cîhadîst berde. Lê derfetên navdewletî yên ji rêvebeirya El-Şeri re tê dayîn ku tê wateya ku derfet heye rêjîma nû bijî, lê bi şertê ku pabendî hişyarên siyasetên herêmî û navdewletî yên guncav bibe. Ji wan mijaran jî, mijara rêvebeirya hikûmeta El-Şeri ji nakokiya berjewendiyên Îsraîl û Tirkiyayê li Sûriyayê. Rast e ku Tirkiya hevalbendekî pêbawer ê Îsraîlê bû û têkiliyeke gelekî baş a bazirganî û leşkerî di navbera wan de hebû, lê rêbazê hikûmeta Tirkiyayê piştî bûyerên 7ê cotmehê, nîşan dide ku xerabbûn di hevsengiya têkiliya di navbera her du welatan de çêbûye û faktora hevrikiya herêmî kete navbera wan. Di demekê de ku Tilebîb banga avakirina sîstemeke herêmî ya nû kir ku li şûna mîrasa serweriya Îranê be. Enqera hewl dide ku hebûna xwe di nava dîmenê herêmê de çêke û şansên wê heye bi hatina Donald Trump li ser desthilatê û kîmyaya taybet di navbera serokên Tirkiya û Amerîkayê de û dibe ku ronahiyên kesk ên bide Tirkiyayê, mîna yên ku di dema yekem a rêveberiya Trump de qewimî, dema ku bandora leşkerî ya Tirkiyê li Iraq, Sûriya û Lîbyayê berfireh bû û hişmentiya “Welatê Şîn” ji nû ve zindî bû. Dibe ku mezinbûna bandora tirkan li Sûriyayê bi nêrîna kesane ya Trump a der barê siberoja Sûriyayê de tiştekî kêrhatî be, ji bilî cewherê rêveberiya El-Şeri, ku meyldara xweparastina bi sîwana leşkerî ya Tirkiyayê û pêdiviya bi çavdêriya herêmî ye, di demekê de ku krîzên navxweyî hene û lawaziya “saziya leşkerî”, ku jinûveavakirina wê pêwîstiya wê bi piştgiriyeke derveyî heye da ku wê ji rewşa milîsan bike artêşeke rêxistinkirî.
Di dema dawî de, bergiriyên “metirsiya Tirkiyayê” girtin. Li gorî rapora Komîteya Yeqûb Nacil, divê Îsraîl amadekariyên xwe ji bo rûbirûbûna yekser bi Tirkiyayê re bike û hişyarî da ku armancên Tirkiyayê yên vegerandina serweriya xwe ya osmanî, dibe ku bihêle aloziyan bi Îsraîlê re zêdetir bibe û dibe ku şer jî çêbibe (9). Herwiha, nirxandinên îstixbarata ku beşek jê di sibata 2025an de hate eşkerekirin, hişyarî da ku Tirkiya dibe ku serweriya xwe bi kar bîne, ji bo biçekkirina wekîlên xwe yên li dij Îsraîlê. Rayedarekî parastina Îsraîlê jî ji rojnameya “The Times of Israel”ê re ragihand û got: “Nêrîna Enqerayê ya ji bo Sûriyayê ne li gorî pêdiviyên me yên ewlekarî ne, ew amadekirina bêaramiyê ye” (10). Wekî beşekî ji plana garantiyê, Îsraîlê beşên ji Sûriyayê wekî Çiyayê El-Şêx dagîr kir û çarçoveya dagîrkeriya xwe li parêzgehên Quneytera û Deraayê berfireh kir, li kêleka wê jî şiyanên leşkerî yên artêşa Sûriyayê li gelek herêmên cuda bombebaran kirin, di nav de jî artêşa Îsraîlê baregehên leşkerî li biyabana Sûriyayê, nexasim herêma Tedmûrê topbaran kir. Dibe ku ev yek jî bersiva Tilebîbê be ji bo armancên desteserkirina naverasta Sûriyayê re.
Tilebîb, ji bilî kiryarên yekalî li hundirê Sûriyayê, li gorî nirxandina wê, ew bergiriyên rojên xirabtir digire, bi taybet li berava Sûriyayê û pêkaniya ku desthilata Tirkiyayê bigihêje wê deverê, ji bo vê yekê, berpirsyarên îsraîlî bi hevtayên xwe yên amerîkayî li Washingtonê û nûnerên Kongresa Amerîkay li Îsraîlê re têkilî danî û daxwaza siyasetekê kirin ku baregeha deryayî ya Rûsyayê li Tartûs û baregeha asmanî ya Hmeymîmê biparêze, da ku Tirkiya nehêle kontrola xwe li ser Sûriyaya piştî El-Esed xurt bike. Senator Lindsey Graham di adara borî de di rûniştinekê de gotibû: “Eger baregehên Rûsyayê Tirkiyayê di bin kontrolê de bihêlin, ev yek lihevkirinek e ku hêjayî nirxandinê ye” (11). Wiha dixuye ku dengên Washingtonê piştgirîya hevkêşeya îsraîlî dikin ku li ser vegerandina rola Rûsyayê li peravên Sûriyayê, li ser bingeha du ramanan e: Rêgirtina aloziyê di nav saziya NATOyê de, eger Tirkiya bikeve çalakiyên ku Îsraîl dilgiran dike û bi vî awayî Rûsyayê bike aliyekî sêyem ku dikare berovajî daxwazên Tirkiyayê bike û ji aliyekî din ve, kêmkirina hestên dilgiraniyê li gel Tilebîbê û pêkaniya berdewamkirina fişarê li ser Washingtonê bi awayekî ku rêvebiriya Amerîkayê naxwaze hikûmeta Tirkiyayê tengezar bike.
Encama gengaz
Dibe ku Enqera nikaribe sûdê ji karîgerên hundirîn ên Sûriyayê yên ku rê li ber vedikin desthilatê li dîmen bike, bigire, ew jî bi rêya dergehên hevkariya leşkerî, ji ber ku Îsraîl vê senaryoyê red dike, herwiha gengaziya vegera Rûsyayê ya li beravên Deryaya Spî girêdayî lihevkirina di navbera Washington û Îsraîlê de ye. Herwiha berfirehbûna leşkerî ya Tirkiyayê û avakirina baregehan, dewletên erebî dilgiran dike yên ku hew didin Îranê bi Tirkiyayê neguhêrin, li vir axaftin li bara Erebistana Siûdî ye, ji ber ku yek ji garantorên sîstema piştî El-Esed e, herwiha nîgeraniya dewletên ereb ên cîran jî lê zêde bike ku dibe ku desthilata Tirkiyayê bihêle ku di siberojê de destwerdanê di karûbarên wan ên hundirîn de bike.
Dibe ku Enqera ji ber bandorên herêmî û navdewletî yên pir aloz ji ser gelek daxwazên xwe dakeve û heger xwest ji Ewropa û dewletên erebî re bide xuyakirin ku ew dikare serperiştiya xetên enerjiyê bike bi rêya benderên xwe yan jî benderên Sûriyayê, ji bo wê, dibe ku sesabên rijd ên Tirkiyayê dest pê bikin, dûrî propogandaya hikûmetê, bi taybet ji ber ku hikûmet di rewşeke hundirîn a tevlihev re derbas dibe.