Bernameyek derbarê pêvajoya nû li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê

Lînka bernameyê

Navenda Kurdî ya Lêkolînan derbarê danûstandinên heyî di navbera hikûmeta Tirkiyayê û Tevgera Azadiyê de, ji bo çareserkirina doza kurdan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê, bernameyek organîze kir.

Bername ku ji aliyê endamê navendê Tariq Hemo ve hate birêvebirin, nûnerê DEM Partiyê li Ewropayê Fayik Yagizay tev li bernameyê bû û mijarên di rojevê de nirxand.

Fayik Yagizay di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser hewldanên rêberê gelê kurd Ebdulah Ocalan ên ji bo çareserkirina doza kurdan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê û got: “Ji sala 1993yan ve hewldanên birêz Ocalan hene ji bo çareserkirina doza kurdan li Tirkiyayê, li Îmaraliyê jî her dem hewldanên Ocalan dewam kirin. Piştre hin hevdîtin çêbûn di navbera birêz Ocalan û dewleta Tirkiyayê de. Piştre sala 2008an û 2013 hewldan çêbûn. Lê mixabin dewleta tirk, gelê kurd wekî milet qebûl nake û armanca dewleta Tirkiyayê ya çareserkirina doza kurdan tuneye. Dewleta Tirkiyayê her dem dixwaze kurdan tune bike û têk bibe.  Ji ber vê yekê jî heta niha hewldanên çareseriyê bi ser neketine.”

Fayik Yagizay anî ziman ku Erdogan dibîne ku pêşketinên girîng li herêma Rojhilata Navîn heye, ji ber wê jî Erdogan ditirse ku li Sûriyayê kurd statuyê bi dest bixin û Tirkiya vê yekê ji xwe re tehlûke dibîne, lewra dest bi vê pêvajoyê kirin û wiha got: “Em hêvî dikin ku ev pêvajo biçe serî û fenûfût tê de tune bin, lê mixabin tiştên ku em dibînin vê hêviyê nade me.”

Yagizay destnîşan kir ku beriya her tiştî Devlet Bahçelî çû gel hevserokên DEM Partiyê, ev yek jî li Tirkiyayê hêviyeke nû çêkir, piştre Erdogan got haya me ji vê yekê heye û ev jî hêviyeke mezin çêkir. Piştre şandên DEM Partiyê çûne Îmraliyê ev jî bû hêviya herî mezin û wiha dewam kir: “Lê eger em li zimanê Erdogan û çapemeniya wî binêrin, hêvî nade me, ji ber ku zimanê jehrê bi kar tîne. Ji xwe ew behsa pêvajoyeke aşitiyê nakin, dibêjin pêvajoyeke Tirkiyaya “bê terorîst”. Ew jî dibêjin ku ew ê fişarê li ser Ocalan bikin da ku ji rêxistina xwe re bibêje dest ji çekê berdin. Ev yek jî heqareteke li têkoşîna 50 salî ye. Tirkiya neçar e ku çû ber lingê Ocalan û çareseriyekê ji pirsgirêka kurdan re bibîne, an wê pirsa kurd bi awayekî diyalogê çareser bike, an jî wê Tirkiya hebûna xwe winda bike. Ji ber vê yekê jî Bahçelî ev pêvajo dest pê kir.”

Têkildarî rola parlamentoyê ya çareserkirina doza kurdî jî, Yagizay ev nirxandin kir: “Sîstema Tirkiyayê tê de rola parlamentoyê pir kêm e. Daxwaza birêz Ocalan ew e ku her kes tevlî pêvajoyê bibe û cara berê jî Ocalan xwest ev doz biçe parlamentoyê, lê Erdogan ev pêvajo derbasî parlamentoyê nekir. Lê dîsa jî Ocalan pêvajo berdewam kir û her dem bi hêvî bû. Cudahiya vê pêvajoyê ji ya berê, îro piraniya partiyên li Tirkiyayê piştgirî didin vê pêvajoyê. Lê heta niha Erdogan xwedî li vê pêvajoyê derneketiye.”

nûnerê DEM Partiyê li Ewropayê Fayik Yagizay diyar kir ku hîna raya giştî nizane çi di hevdîtina dawî de çêbûye, birêz Ocalan ne ji bo şexsê xwe têkoşînê dike. Heta niha hewlestên partiyên siyasî bi rastî ne xerab e, heta çapemenî jî tenê ya nêzî AKPyê gelekî xerab e. Lê wekî din ne zêde xerab e û got: “Lê tecrîd berdewam dike, ji ber ku ne diyar e, wê hevdîtin çêbibe an na. Dibe ku dewlet bi Ocalan re hevdîtinê dike, lê li gorî zimanê jehr  û êrîşên li dij Rojava, dewlet tiştên ku ji Ocalan dixwaze, bi dest nexistiye, lewra êrîş dike û vî zimanî jehr bi kar tînin.”

Fayik Yagizay bi bîr xist ku li Rojhilata Navîn dema ku çekê te tune be, tê herdem rastî qetilamê werî, ev jî daxwaza dewleta tirk e ku dibêjin çekên xwe deyînin, lê birêz Ocalan qet vê daxwazê pêk nayîne. Dewleta tirk dixwaze kurdan bê statu bihêle.

Yagizay bi berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku beriya demekê civîneke taybet di parlamentoya Ewropayê de li ser Sûriyayê çêbûn. Piraniya axaftinên ku hatin kirin, xwedî li kurdên Rojava derketin.

Yagizay anî ziman ku di 20ê mehê de Trump were ser desthildariyê, lê em nizanin ku wê Trump çi bike. Dema em li kabîneya Trump dinêrin, piraniya wan li dij Erdogan û Tirkiyayê ne, ji ber ku bi kurdan re xebitîne û kurdan nas dikin. Bawer nakim ku ekîpa Trump rê bidin Trump da ku ji Erdogan destûr were dayîn kurdan tune bike. Eger Tirkiya bikeve Rojava, dibe ku bibe dawiya Tirkiyayê. Lê her dem dewleta Tirkiyayê dixwaze fişarê li kurdan bike, da ku kurd statuyê nexwazin.

Yagizay diyar kir ku heta niha fişarên li ser DEM Partiyê nehatine guhartin, herçiqas ku dibêjin ew ê pêvajoyeke nû çêbikin. Lê di siyaseta Tirkiyayê de di aliyê demokratîk de tu guhartin çênebûye. Heta niha Erdogan helwesta xwe diyar nekiriye, ji ber ku her roj fişarên li ser gelê me dewam dikin.

Nûnerê DEM Partiyê destnîşan kir ku pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê li gorî hêzên derve û taybet Trump wê diyar bibe, ka gelo wê Amerîka ji Rojava derkeve an na, an jî wê piştigirya xwe ji bo kurdan rawestîne an na? Erdogan û dewleta Tirkiyayê jî li benda vê yekê ne, lewra jî eger ku Amerîka rê nede, Tirkiya wê nikaribe êrîşî Rojava bike.

Fayik Yagizay di dawiya nirxandina xwe de got: “Rojava em dikarin BIbêjin ku îro roleke ji bo tevahiya Kurdistanê ketiye ser mile wê. Berxwedana ku îro li Rojava tê meşandin ji bo tevahiya Kurdistanê ye. Eger em di Rojava de bi ser bikevin ji bo parçeyên din ên Kurdistanê wê rêyeke mezin were vekirin. Lê eger em di Rojava de winda bikin, wê heta sed salên din jî wê kurd winda bikin. Divê gelê kurd li parçeyên din ên Kurdistanê piştgirIYê bidin Rojava û xwedî li Rojava derkevin.”