Der barê peymana HSD û Şamê de
Nivîskar:Dr.Tariq Hemo
Di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê, Mezlûm Ebdî û serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyayê Ehmed El-Şeri de peymanek dîrokî di 10ê adara 2025an de hat îmzekirin. Di rewşa Sûriyayê ya heyî de vê peymanê rehetiyek mezin di nava hemû qatên civaka vî welatî de peyda kir. Hêviyek nû çêkir. Rê li ber hêz û komên xêrnexwaz û şofenî yên ku hewl didan şerekî di navbera HSD û desthilatdariya Şamê de durust bikin, girt. Ev hêz û kom bi sernektin. HSD û Rêveberiya Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê careke din tekez kir, ku ew ji bo Sûriyayeke nenavendî, wekhev û demokrat, ku mafên hemû pêkhateyan diparêze, hêza misogeriyê ne.
Di serî de Amerîka, gelek welatên cîhanê ev peyman pîroz kir. Daxuyaniyek ji dewleta tirk li ser zimanê serokkomar Recep Tayyip Erdogan hat. Erdogan ev peyman erênî nirxand.
Ev peyman ji 8 xalan/bendan pêk tê. Em ê di van rêzan de hewl bidin van xalan şîrove bikin û şêweyê pêkanîna wan a li ser rûyê eredê nas bikin.
1-Bêyî ku li ol û neteweya gelên Sûriyayê bê nêrin, di nava hemû pêvajoyên siyasî û saziyên dewletê de bi awayek erkdarî û berpirsyariya wekhev temsîl bikin û mafên wan bên misogerkirin.
Ev xal wekheviyek li ser bingeha welatiyê dide rûniştandin. Her kes li ser vê bingehê divê xwedîmaf be û cihê wî di hemû saziyên dewletê hebe. Jixwe di warê praktîkî de divê çavdêrî hebe, da ku ev xal a ku dê di destûrê de jî cihê xwe bigire, pêk were. Pêwîstî bi çavdêriya perlementoyeke hilbijartî heye. Tê dîtin ku ev xal giştî ye. Ew ne tenê ji bo kurdan e, lê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyayê derbasdar e.
2-Civaka kurd, civakeke xwecihî ya dewleta Sûriyayê ye û dewleta Sûriyayê hemwelatîbûn û hemû mafên destûra bingehîn misoger dike.
Li vir behsa civaka kurd tê kirin. Mebest pêkhateya kurd li tevahiya Sûriyayê ye. Ev civak wek beşekî resen yê gelê Sûriyayê tê dîtin. Li gorî peymanê dê mafên vê civakê yê welatiyê û hemû mafên destûrî bên misogirkirin. Civaka kurd wek komek yekgirtî hatiye bilêvkirin. Divê şêweyê vê naskirinê di destûra bingehîn de were eşkerekirin. Eger ereb wek netewe di destûrê de bên nasîn, jixwe divê kurd jî wek “kutle” an jî netewe/pêkhate werin binavkirin. Lê eger destûr li ser esasekî welatiyek niştimanî ya sûriyayî be, jixwe dê nasname û maf di warên praktîkî de bên pêkanîn û jiyandin.
3- Li seranserê Sûriyayê agirbest bê ragihandin.
Ev xal zêdetir bi rewşa heyî ve girêdayî ye. Divê agirbest bê ragihandin û şer û pevçûnên li tevaiya Sûriyayê bisekinin. Divê desthilatdariya Şamê êrîşên komên çete (Artêşa Niştimanî ya Sûriyayê) yên ku ev serê çend mehan e li dij Pira Qereqozax û Bendava Tişrînê pêk tên, rawestîne. Jixwe wek tê zanîn hin komên çete bi awayekî fermî bûne beşek ji “Artêşa Sûriyayê” ya girêdayî desthilatdariya Şamê û El-Şeri. Divê yekser ev êrîş werin sekinandin û ji dewleta tirk were xwestin ku ew dawî li êrîşên xwe bîne, herwiha hêzên xwe yên leşkerî ji axa Sûriyayê vekşîne. Herwiha divê Şam bangê li Enqerayê bike ku dawî li dagîrkeriya xwe ya heremên sûriyayî bîne.
4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, deriyên sînor, balafirgeh, qadên petrol û gaza xwezayî entegreyî rêveberiya dewleta Sûriyayê bên kirin.
Ev xwesteka rêveberiyê û HSDyê bû. Divê deriyên sînor, balafirgeh, qadên peterol û gaza xwezayî bi rêya dewletê werin birêvebirin. Lê dewlet kî ye? Piştî îmzrkirina vê peymanê, Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê jî dibe beşek ji dewletê. Ev hemû sazî dikarin ji aliyê kesên pispor ve yên ji heremê werin birêvebirin. Ne wek ku hinek kes dibêjin, dê hêz ji Şamê werin û destê xwe deynin ser van saziyan û derî li kesên din bigirin. Tiştê nû tenê ew e, ku dê dewlet di warê navneteweyî de navê xwe deyne ser van saziyan û destûrê bide liv û tevgerê. Bi taybet belafirgeha Qamişlo, eger vebe û bikeve xizmetê, dê ji bo Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê destkeftiyeke mezin be. Dibe ku nêzîkî 1 milyon mirov ji heremê li deveyî Sûriyayê dijîn, hebin. Eger ev belafirgeh vebe, dê ev kes karibin bi rêya wê serdana herêma xwe bikin. Mirov dikarin ji hemû beşên cîhanê bi rêya belafiran yekser werin li belafirgeha Qamşloyê deynin. Dibe ku komîteya hevbeş ya ji bo pêkanîna vê xalê, beşekî ji hatina diravî ya van saziyan bide Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê. Ev beş çi qas e, gelo 50% ye an jî 25 % ye, hîna ne diyar e.
5- Sûriyayiyên ku ji cih û warê xwe hatine derxistin, wê vegerin gund û bajarên xwe û ji hêla dewleta Sûriyayê ve bên parastin.
Ev xaleke gelekî girîng e. Li gorî vê xalê dibe bi sedhezaran kurdên ku ji Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî hatine derxistin û derbiderkirin, li cih û herêmên xwe vegerin. Divê ev xal baş were pêkanîn. Ne tenê divê bi sedhezaran ji kurdên ku li ser destê komên çete yên girêdayî dewleta tirk hatibûn derbiderkirin, vegerin cih û warên xwe, lê divê mal û milkên wan jî li wan vegere û ew kesên ku di mal û ziviyên wan de bi cih bûne, werin derxistin û dûrxistin. Divê dadgehek durust bibe, da ku kesên bûne qurbaniya vê siyaseta dagîrkerî û koçberkirinê, werin tawîzkirin û kesên ku ew derbider kirine û cihê wan ji dest wan girtne, werin darizandin. Ev proses divê şertek ji şertên lihevkirineke navxweyî be.
6- Têkoşîna dewleta Sûriyayê ya li dij bermahiyên El-Esed û hemû metirsiyên li ser ewlekarî û yekîtiya wê were destekkirin.
Jixwe HSD berê li dij bermahiyên El-Esed û rêjîma wî ye. HSD û rêvberiyê zirarek mezin ji rejîma El-Esed dîtine. Bi taybet li kantona Dêra Zorê, rêjîma El-Esed li gel Îranê gelek kom li dij HSD û rêveberiyê birêxsitin kirin û ew dan xibtandin. Herwiha di nava pêkahteya ereb de gelek dek û dolab bi pêş xistin. Ji ber vê yekê, ew ê HSD tu hebûnek rêjîma El-Esed qebûl neke û li dij bermahiyan tekoşînê berdewam bike.
7- Em hemû gotinên nefretê û hewlên belavkirina fitne û bangên ku dubendiyê dixin navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyayê, red dikin.
Bi gotineke din, divê kampaniya reşkirin û belavkirina derwan bisekine. Ew şerê ku bi rêya medyayê tê kirin, divê bi dawî bibe. Jixwe piştî morkirina peymanê, ew hemleya ku kesên derdora desthilatdariya Şamê li dij HSD û Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê dimeşandin rawestiya. Herwiha medyaya ereb jî ya ku li dij HSD û kurdan dest bi kampaniyeke reşkirinê kiribû û sansor danîbû ser rojnamevanên kurd, helwesta xwe guhert û destek da vê peymanê. Divê mirov bibêje ku medyaya ereb Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyayê Ehmed El-Şeri bi şêweyekî beloq û seyir destek dike. Ew niha li cem vê medyayê delalî ye. Dibe ku mirov karibe mîr an jî qiralê vê dewetê li ser ekranê vê platform û TVyê rexne bike, lê mirov nikare El-Şeri û desthilatdariya wî rexne bike. Ew destûra vê yekê nadin.
8- Komîteyên rêveber ji bo pêkanîna peymanê herî dereng heta dawiya salê xebatên xwe bidomînin.
Hat lihevkirin, ku dema pêkanîna vê peymanê dawiya salê ye. HSD ji aliyê xwe dê hemû gavan pêk bîne û hewl bide vê peymanê heta dawiya salê bixe warê pratîkê. Divê Şam jî bi berpirsyarên xwe rabe. Di serî de rawestandina şerê ku komên çete li dij HSDyê dimeşînin, vegerandina koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî, divê hemû xal bi awayekî rasteqîn û wek tê xwestin, pêk werin. Divê Şam xwedî li gotina xwe derkeve û guh nede destwerdana dewleta tirk. Ev peyman ji bo Şamê xelasî û derfeteke mezin e. Bi rêya peymana bi HSDyê re ew dikare rêyeke navnetewî vebike û têkiliyan bi dewletan re saz bike. Herwiha ev peyman dikare bibe mînak ji bo beşên din yên civaka Sûriyaye. Şam dikare bi hemû beşên civaka Sûriyayê re peymanan mor bike. Jixwe HSD wek hêzeke herêmî nafikre, ew xwe wek hêzek tevahiya Sûriyayê dibîne. Ji ber vê yekê, ew ê bi rêya basikê xwe yê siyasî, MSD rola xwe ya siyasî li Şamê bilîze û bibe aktorekî sereke yê misogirkirina aramî, aşîtî, demokratî û lihevkirinê.