Bernameyek derbarê banga Ocalan a aşitî û çareseriya demokratîk

Navenda Kurdî ya Lêkolînan, bernameyeke bi zimanê kurdî derbarê banga aşitî û çareseriya demokratîk a ku rêberê gelê kurd Ebdullah Ocalan pêşkêş kiriye û bandora vê yekê li ser Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê û bandorên gengaz ên siberojê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, li dar xist.

Bername ku ji aliyê hevkarê me Tariq Hemo ve hate birêvebirin, Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl û nivîskar û rojnamevan Amed Dicle, tevlî bernameyê bûn û mijara borî nirxand.

Lînka bernameyê 

Kurtenaveroka bernameyê wiha ye:

Amed Dicle: Di rastiyê de dîmenê Ocalan bi sê kamîreya hatiye kişandin û şanda Îmraliyê ev yek eşkere kir, lê tenê wêneyek belav kir. Li gorî vê pêvajoyê, rêber Ocalan wê gelek dîmenan bide û nameyan bide gel. Piştre PKK daxuyaniyek da û got em bersivê didin banga Ocalan. Ji Amerîka heta Neteweyên Yekbûyî, Almanya, Çîn û hwd, bi erênî nêzî vê bangê bûn. Di encamê de, rêber Ocalan doza kurd kir, rojeva cîhanê. Ev jî dide diyarkirin bi vê bangê gihaşt armanca xwe û yek ji armancên Ocalan ew bû ku, belgeyên di destê hikûmetê de, derxe. Ocalan got de werin vê doze nîqaş bikin û çekê deyînin aliyekî. Rêber Ocalan beriya ku vê bangê bike, ji hemû aliyan re name şand û tê de armanca xwe eşkere kir. Şanda Îmaraliyê got ku Ocalan banga xwe xal bi xal şirove kir. Rêber Ebdullah Ocalan dibêje me di dema xwe de dest bi têkoşîna çekdarî kir û şertûmercên wê  eşkere kir, lê niha dibêje ku li gorî şertûmercên heyî divê ev têkoşîn bi rengekî din, ango siyasî were dewamkirin. Lewra Ocalan dibêje em ji nû ve xwe bi rêxistin bikin, lê hinek alî wiha şirove kirin ku ev têkoşîn were rawestandin. Baweriya Ocalan ew e ku bi têkoşîna tevgera azadiyê, înkarkirina kurdan ji holê rabûye û hebûna kurdan êdî misoger bûye û êdî bûye faktorekî sereke di Rojhilata Navîn di aliyê siyasî û civakî de. Dewleta tirk hemû serhildan têk birine di sedsala borî de, lê cara yekemîn e ku dewleta tirk nikarîbû ku vê serhildana kurdan a tevgera azadiyê ango PKKyê têk bibe. Gelek ragihandinên desthilatdariya Tirkiyayê dibêjin ku divê behsa doza kurdan neyê kirin û tenê dibêjin ku çek deyînin û hew. Lê dewleta tirk bi xwe dizanîbû ku ev dengvedan wê çêbibe. Her kes dibêje ku ev banga Ocalan ji bo Tirkiyayê bi xwe jî derfetek e, herwiha Bahçelî got ku PKK û Ocalan yek in û ev banga Ocalan pîroz kir.

Dewleta tirk berê kurd û hebûna wan qebûl nedikir û PKK û birêz Ocalan wekî terorîst bi nav dikirin û Ocalan xistin zindana girava Îmraliyê. Dewleta tirk di 9 salên dawî de, hewl da ku Ocalan were jibîrkirin. Lê dawiya dawî, di sala 2025an de, dewleta tirk êdî pirsgirêka kurd û hebûna PKKyê wekî pirsgirêkekê ji xwe re qebûl dike, di heman demê de Ocalan wekî muxateb ji xwe re qebûl kir. Lê rêber Ocalan dibêje ya girîng em li pêş xwe binêrin ne li paş. Ocalan di sala 1999an de, di komployeke navdewletî bi pêşengtiya Amerîkayê hate girtin û zêdetirî 30 dewlet beşdarî van komlployan bû. Piştî 26 salan, Tirkiya di aliyê aborî û têkiliyan de têk çûye û Ebdullah Ocalan jî bû aktorekî sereke. Tevahiya cîhanê jî dibêje banga Ocalan derfetek dîrokî ye û aqiliyane ye. Hêza Ocalan êdî nayê têkbirin, siyaset xwe dispêre aqil û rêxistinbûnyînê û ev yek jî li gel kurdan heye.

Newaf Xelîl: Beriya bangê, gav hatin avêtin. Behsa salekê ji hevdîtinan dikin. Ango em behsa Rojhilata Navîn piştî êrîşa Hemasê dikin a 7ê ctomehê. Metirisiyên dewleta tirk hene, lewre derfet da vê pêvajoyê û dewleta tirk ditirse ku rola kurdan zêdetir bibe. Ocalan jî bi vê rewşa nû dizanî. Niha li Bakur, Başûr û Rojava piştgirî didin banga Ocalan. Fransa piştî 132 salan neçar bû ku ji Cezayîr derkeve û cezayîriyan gotin ev axa me ye. Tirkiya jî gihaşt  wê baweriyê ku êdî kurd ne wek berê ne, êdî têkilî û hêza kurdan çêbûye û derî ji kurdan re tê vekirin.

Amed Dicle: Naveroka banga Ocalan em dikarin wiha şirove bikin; Banga rêber Ocalan a 27ê sibatê ne peymanek e, ango banga Ocalan destpêkirina pêvajoyekê ye, ne encama bazarekê ye, Ocalan dibêje divê dewlet gavên siyasî biavêje, ev banga Ocalan wekî însiyatîfekê ye ku piştre peyman were îmzekirin. Ji aliyekî din ve jî planên dewleta tirk a qikirina kurdan heye, lê Ocalan ji bo pêşî li vê qirkirinê bigire, gav avêt. Ocalan dixwaze vê mijarê ji sînorê ji kurd û Kurdistanê derixe û bixe sînorê Tirkiyayê û tevahiya cîhanê. Ocalan vê yekê dike ne ku tenê kurdan biparêze, di heman demê de tirkan jî biparêze, da ku Xezayeke din çênebe. Mijara civaka demokratîk; Ocalan daxwaza vê civakê dike, ev ne tê wateya ku mafê kurdan tê înkarkirin û kurd tenê li Amedê bibin rêveberî. Ev yek ne tenê ji bo Tirkiyayê derbasdar e, lê belê ji bo Sûriya û Îranê jî derbasdar e. Bi vî rêbazî, Ocalan dixwaze xwîn êdî were rawestandin. Di siyasetê de, bawerî tuneye, mijar hêz û rêxistinbûn e.

Newaf Xelîl: Mijara sereke di vê bangê de, mijara nirxandinê ye. Eger tevgera azadiyê û rêberê wê baş neyê nirxandin, wê encamên şaş derkevin holê. Wekî ku Amed Dicle got ev însyatîfek e ne peymanek e, bê gûman divê her baweriya me bi dewleta tirk nebe, ev sedsal e dewleta tirk êrîşî kurdan dike. Divê sebira me hebe, gav bi gav tişt zelal bibe. Roj bi roj tevgera azadiyê mezintir dibe.

Amed Dicle: Ji aliyekî din ve jî, êrîşên hewayî yên dewleta tirk zêdetir bûne, wezarata parastinê got ew ê êrîşên xwe dewam bikin. Lê Erdogan xwedî li pêvajoyê derket û divê êdî gavên siyasî werin avêtin. Erdogan jî got ji îro û pê ve wê siyaset derkev pêş. Bahçelî bi gelek kesan re axivî ji bo vê mijarê. A girîng di navbera DEM Partî û berpirsên dewletê divê civînek çêbibe, lê heta niha ne diyar e ku pêk hatiye an na. Niha Dem Partî bi partiyên siyasî re hevdîtinan pêk tîne. Herwiha, dewleta Tirkiyayê jî gihaştiye wê astê ku nikare gavan paşde bavêje. Dewleta tirk dixwaze bide nîşandan ku rewş li gorî wê tê meşandin. Pêvajoyeke girîng e û tiştê dikeve ser milê kurdan pêk anîn, divê êdî dewleta tirk jî gavan bavêje, heta hefteyekê wê hin tişt zelal bibin. Berpirsekî PKKyê Mustefa Qarasu jî got ku ew ê jî xwe biguherin û ew ê kongreya xwe li dar bixin. Heta havînê ev mijarên han ji sedî 80 wê çareser bibin.

Newaf Xelîl: Li Rojavayê Kurdistanê ne tenê kurd in, HSD zêdetirî 100 hezar şervan e û ne tenê kurd tê de hene, generalê HSDyê Mezlûm Ebdî got ev banga Ocalan ne ji bo me ye. Pirsgirêka kurd li Bakurê Kurdistanê were çareserkirin, wê qonaxên şer û kuştinê bi dawî bibin. Kurd wê bibin hîmên bingehîn ên demokrasiyê li herêmê.