Pêwîstiya bi medyayeke profesyonal a bi zimanê erebî

Nivîskar: Dr.Tariq Hemo

Di medyaya erebî de vê dema dawî kampaniyeke reşkirinê li dij Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê û HSD tê meşandin. Ev helwest piştî qebûlkirina Ehmed El-Şeri (Ebû Mihemed El-Colanî) ji aliyê hin welatên ereb ve diyar bû. Welatên ereb niha hewl didin desthilatdariya El-Şeri li Sûriyayê bi cih bikin û wî bi xwe ve girê bidin. Baweriyek ereban heye, ku El-Şeri dikare Sûriyayê ji Îranê qut bike, tevî nava siyaseta ereb ya nêzîkî DYAyê bibe û rê li ber hebûnek xurt ya dewleta tirk li Sûriyayê bigire. Welatên ereb naxwazin ku Tirkiya cihê Îranê li Sûriyayê bigire. Ew dixwazin Şam cihê xwe di nava refên erebên nêzî DYAyê de, yên ku dixwazin lihevhatinek bi Îsraîlê re çêbibe, bigire.

Wiha xuyaye ku El-Şeri vê siyasetê destek dike. Ji ber hindê yekemîn serdana wî ya derve ji bo Erebistana Siûdî bû. Gelek aliyan ji ber têkliyên baş yên El-Şeri û Heyet Tehrîr El- Şam (HTŞ) bi dewleta tirk re, bawer dikirin, ku dê El-Şeri wek yekem serdan, berê xwe bide Enqerayê. Lê wî ev yek nekir. Wî berê xwe da Riyadê. Şam tercîha ereban dike. Ew dixwaze ereb (bi taybetî welatên kendavê) alîkariya aborî ya Şamê bikin. Dixwaze ku welatên ereb, di serî de Erebistana Siûdî, Îmarat û Kuwêtê bi xurtî tevî prosesa jinûveavakirina Sûriyayê bibin. Şam dizane ku tenê ereb, DYA û Yekîtiya Ewropayê dikarin alîkariya aborî bikin. Dewleta tirk nikare Sûriyayê ava bike. Lê Şam dê kar û barên avakirin û sazkirina infrastuktura welat bibe kompaniyên ji Tirkiyayê.

Ji bo qezenckirina Şamê, di navbera ereban û dewleta tirk de pêşbaziyek heye. Dewleta tirk bi rêya hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyayê, hewl dide Şamê bigire bin desthilatdariya xwe. Ew dixwaze siyaseta Şamê, forma dewletê li gorî xwe saz bike. Li gorî dewleta tirk divê Sûriya dewleteke navendî be. Kurd wek netewe di destûra bingehîn de neyên naskirin. Her wiha Şam bi ser HSD û Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê ve biçe. Şam destûrê bide Enqerayê, ku baregehên leşkerî ava bike û sînorên deryayî li gorî xwe xêz bike. Bi kurtasî Enqera dixwaze Sûriyayê dewrî marketekê bike. Aboriya wê bi xwe ve girê bide û siyaseta wê li gorî berjewendiyên xwe dîzayen bike. Welatên ereb vê yekê red dikin. Ew niha hewl didin rê li ber hebûna dewleta tirk bigirin. Wiha xuyaye ku El-Şeri bi xwe jî meyldarê ereban e. Ew dixwaze nêzî ereban bibe û xwe dûrî Tirkiyayê bike. El-Şeri naxwaze Sûriyayê radestî Tirkiyayê bike. Ew dixwaze Sûriyayê bigire dest xwe û wek hakimekî dayim bimîne. Ji bo vê armancê pêk bîne, ew alîkariya welatên ereb dixwaze.

Welatên ereb desthilatdariya El-Şeri qebûl dikin. El-Şeri jî ew şert û mercên ku ereban danîbûn pêşiya Beşar El-Esed, erê kirine. Ew dixwaze bibe desthilatdarekî ereb. Welat bigire dest û li gorî xwesteka xwe bi rê ve bibe, lê di warê derve de, girêdayî hêzên mezin bimîne. Ji derveyî siyaset û pilana hêzên hegemon dernakeve. Ew wiha bawer dike ku tenê Erebistana Siûdê dikare vê rêyê jê re veke. Alîkariya wî bike, da ku li ser desthilatdariya Şamê bimîne û jê re bi rêya dayîna bi dehan milyar dolar, Sûriyayê ji nû ve ava bike. Ji ber vê yekê dê têkilî her ku biçe xurtir bibin. Dê Şam nêzî ereban û dûrî Tirkiyayê bibe. Her wiha dê ereb jî El-Şeri bidin pêş û deriyê xwe li pêşiya dijberên wî bigirin.

Li ser bingeha nêzîkatiya ku vê dawiyê di navbera welatên ereb û El-Şeri de çêbû, helwesta ereban li hemberî HSD û Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê hat guhertin. Ev yek di medyaya ereb de diyar dibe. Ew zêdetir nêrîna desthilatdariya Şamê didin pêş. Ew hewl didin HSD, Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê û kurdan sûcdar bikin û wan her dem dixin cihê tewanbariyê. Ev siyaseta nû û ev xîtab bandoreke mezin a neyînî li kurdan û herêma xweser dike. Her wiha barekî giran davêje ser milê medyaya kurd a ku bi zimanê erebî weşanê dike. Ev êrîş û berovajîkirina rastiya ji aliyê medyaya ereb ve, divê bê bersivdayîn û derewandin. Ev karekî mezin û gelek imkan û derfet jê re gerek in.

Wek em dizanin dewleta tirk medyayek bi zimanê erebî ji muxalefeta Şamê ya nijadperest re ava kiribû. Bi rêya vê medyayê, li dij hurdan, HSD û Xweseriyê hemû şêweyên derewan dihatin vegotin. Kampaniyên êrîşkirin û berovajîkirina rastiyan li dij kurdan û HSDyê hatin meşandin. Dewleta tirk bi sedan alavên ragihandinê ava kir. Bi sedan milyon dolar pere li vê medyayê xerç kir, ji bo kurdan reş bike û gelê Sûriyayê û hêzên muxalef li dij wan sor bike. Di vê medyayê de bi hezaran kesan kar kirin û li dij kurdan şerekî qirêj meşandin. Medyaya ku dewleta tirk bi zimanê erebî ava kir, rolek mezin di şerê fîzîkî li dij kurdan de lîst. Vê medyayê rewamendî da komên çete yên muxalefetê, Cebehet El-Nusra û DAIŞê ku kurdan bikujin û wan derbider bikin. Jixwe heta niha jî ev medya û karmendên wê yên kirêkirî vê rola qirêj dilîzin.

Ji bo ku medyaya kurdan ya ku bi zimanê erebî weşanê dike, karibe li hemberî van êrîşan raweste û vê kampaniya reşkirinê vala derbixe û deşîfre bike, pêwîstî bi karekî profsyonal û rêkûpêk heye. Divê konseptek ji bo medyaya bi zimanê erebî were avakirin. Ev medya divê karibe temaşevanên ereb muxatebe bigire û rastiyan li pêşiya wan rave bike. Medyayek ku karibe bersiva van êrîşan bide û medyaya dijî kurdan, HSD û nirxên jiyana hevbeş, vala derixe û aliyên li pişt wê disekine, pûç bike û xîtaba wî li iflasê bixe..