Şerê li dij Rojhilatê Firatê, bê gûman şaştiyeke hesabê ye
Nivîskar: Şoreş Derwîş
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Axaftinên li ser siberoja Sûriyayê, li ser bangên şer li dij bakurrojhilatê Sûriyayê, Eşkere dibe. Bi ser nefret û kelecana ku serdestiyê li van dengan dikin jî, a rast mirov bibêje ku ew metirsiya hizira vî şerî nas nakin ya ku nakeve berjewendiyên gelê Sûriyayê. Ji ber ku şer tê wateya jihevxistina hevgirtina civakî ya mayî ku ji ber şerê zêdetirî 13 salan, ev hevgirtin xerab kir. Her wiha, tê wateya ku hîna zêdetirî sûriyayî jiyana xwe ji dest bidin û debara xwe ya jiyanê ji dest bidin û rûxandina serkeftina aram û bêdeng ku bû sedema têkbirina desthilatdariya Beşar El-Esed. Di heman demê de, şer tê wateya astengkirina avakirian saziyên dewletê û taloqkirina rakirina cezayên navdewletî li ser Şamê û rawestandina projeyên jinûvenirxandina rewşa endamên Heyet Tehrîr El-Şamê ku di lîsteya terorê de ne.
Ji aliyekî din ve jî, rewşa Sûriyayê ya hejar, hewcedar û wêrankirî, nîşan nade ku divê şerekî nû çêbibe. Ji ber ku şer li gorî tecrubeya salên borî, xezîneya dewletê ya ku di esasê xwe de vala ye, qels dibe û dihêle ku destwerdanên derve di hundir de çêbibe. Piştî ku Sûriya gihaşt asta xelasbûna ji hebûna derve bi vekişandina Îran û kêmbûna serweriya Rûsyayê, eger ku şer çêbû, wê hêzên derve yên nû destwerdanê bikin û aloziyeke nû ya xwedî taybetmendiyeke herêmî û dibe ku navdewletî be jî, bi xwe re bîne.
Kesên ku banga şer dikin, li ser esasê hizir ku êdî sûriyayî hukum û serokekî wê yê “rewa” çêbûne û ji mafê ev desthilatdariya nû ye ku serweriyê li ser tevahiya axa Sûriyayê çi bi razîbûn çi jî nerazîbûn, bike. Di vê çarçoveyê de, Rojhilatê Firatê bi darê zorê bikin girêdayî Şamê û ji dijminahiya dewleta tirk a li dij Rêveberiya Xweser û saziyên ragihandinê yên ku nefetê ji kurdan dikin û projeya jiyana hevbeş dikin (ev proje jî hêzên siyasî û civakî li Cizîrê xwedî ji xwe re esas digirin) sûd werdgirin.
Lê mijara “rewabûnê” û ji mafê desthilatdariyê ye ku biryarên gelê Sûriyayê yên din bixe bin kontrola xwe, dihêle ku em vê yekê bi rewşa rêjîma Sûriyayê ya têkçûyî re bînin ber hev. Rêjîma hatiye rûxandin jî şer li dij gelê Sûriyayê di bin navê serwerî û rewabûnê de, rewa dikir û radigihand ku tenê ji mafê dewletê ye berê xwe bide rêbazên tundiyê, da ku ewlekariyê feriz bike û sîstema giştî vegerîne. Di heman demê de jî, El-Esed xwe dispart destûra xwe û li ser vî esasî jî şer radigihand ji ber ku fermandarê giştî yê artêş û hêzên çekdarî bû, lê Ehmed E-Şeri di rewşa xwe ya heyî de ev tişt di destê wî de tuneye, ango destûrek tuneye ku bikeve nava bizaveke metirsîdar leşkerî.
Di rastiyê de, hukumek peyda ye bi navê şeriyetê di van deman de. Ji ber ku kesî li ser erkdarkirina El-Şeri wekî serokê demkî yê Sûriyayê îmze nekir, ji bilî hin komên çekdar. Diyar e ku ev yek di çarçoveya erêkirina Tirkiyayê ku rewabûn da El-Şeri pêk hat, ji ber ku yên ku tevlî civîna “tackirina” di 31ê çileya borî de bûn, komên çekdarî yên girêdayî Tirkiya, Heyet Tehrîr El-Şam û hin komên çekdar ku bandora wan sînordar e, di demekê de ku fermandarên eniya başûr û Tevgera Mêrên Keramê yên Siwêdayê û HSDyê, ji vê civînê hatin dûrxistin. Ev yek dihêle ku bibe de facto da ku ji mercên ku dê ew komên dûrxistî ferz bikin, dûr bikeve. Tevî ku erkdarkirina leşkerî ji serok re sîmayên hukumê komikan dide xuyakirin li ser rêbazê şahane. Di demekê de ku artêşên derbeyan bûbûn çavkaniyên desthilatdariya ne hilbijartî, lê çek bûne çavkaniya rewabûnê, ev yek jî tê wateya rewşa Sûriyayê ber bi nîşaneyên çekdarî ve diçe li şûna artêşan, da ku bibe yek ji çavkaniyên rewa ji desthilatdariyê re û encamên wê yên kontrolkirina biryara şer û aştiyê û xêzkirina siyasetên dewletê yên aborî û jinûveavakirina saziyên wê û wêneyê wê yê giştî.
Lê kesên li derdora El-Şeri yên ku banga şer dikin û gotina xwe ya “Şer tu bi xêr hatî” dubare dikin, nizanin ku Ehmed El-Şeri nikare di dema niha de şerekî ragihîne, nexasim ku li gel wî cîhadîstên cîhanî hene û eger ku ev careke din bikevin şer, wê cîhan bîranîna “Xîlafeta DAIŞê” bi bîr bixe, ku berî niha cîhada biyan li ser axa Sûriyayê hişt ku cîhan koalîsyoneke navdewletî ava bikin û hevkariya Hêzên Sûriyaya Demokratîk bikin da ku ji dewlta xîlafetê xelas bibin. Her wiha, dibe ku axaftina li ser endamên biyan, bi bîr bixe ku 15 hezar endamên biyan di bin sîwana Heyet Tehrîr El-Şam de hene an jî li kêleka wê disekinin. Hinek ji wan cîhadîstan li gorî Heyet Tehrîr E-Şam çûn û hizira cîhadî li dervayî sînorê Sûriyayê, îbtal kir. Hînek ji wan jî li herêmên paşguhkirî yên Sûriyayê xwe bi cih kirine û nêrîna xwe ya fiqhî diguherin. Hinekên din jî biryar dan ku xwe bikin girêdayî desthilatdariya nû.
Wê bi sûd be em balê bikişînin ku faktorê şer nake bijartineke guncav. Ji nava pirsgirêkên ku hakimên Şamê dixe fikaran, dosyaya rêxistina DAIŞê ye ku êdî çalakbûna wê di çolistana Sûriyayê de zêdetir bike û heta niha bi hezaran ji endamên wê di zindanên di bin kontrola HSDyê de ne. Bi çavekî piratîkî, rêxistina DAIŞê yek xeyalên ku Heyet Tehrîr El-Şam dixe nava fikaran. Ji ber ku eger HSD destê xwe li ser zindanên wan sist kir an jî rewş ji bin kontrolê derkeve, wê bihêle ku rêxistina DAIŞê li beramberî hikûmeta demkî (Heyet Tehrîr El-Şam) şer bike, ku berê jî dîrokeke wan şerên giran di navbera herdu aliyan de hebû, taybet jî li bajarên Cizîrê. Nayê veşartin ku şiyanên Heyet Tehrîr El-Şam têrê nakin ku li dij şaneyên DAIŞê şer bikin an jî zindanên wan kontrol bikin. Li ser vî esasî jî, lihevkirina li ser rêvebirina vê dosyayê mîna şîrêzê ye di têkiliya di navbera HSD û Şamê de, bi temamî tersî wan kesên ku banga şer dikin ku dibêjin “DAIŞ” tenê hûrbîneke biçûk e û pêwîst nake li ser bisekinin.
Kesên ku baga şer dikin nizanin ku danûstandina di navbera desthilatdariya nû û HSDyê de, wê bi xwe re encamên baş bîne, bi şertê hebûna îradeyeke hevbeş û piştgiriyeke navdewletî ya pêwîst. Beriya ku Trump were ser desthilatdariyê, rêveberiy Biden hevdîtinên navbera HSD û Tehrîr El-Şam de zêdetir kirin, da ku du armancan pêk bîne: Xelasbûna ji vîtoya tirkî ya li ser Şamê ku qedexe dike tiştekî bi HSDyê re li hev neke û ya duyem Şam û “HSD” hevdîtinên yekser bikin wekî rêya tekane bi gihaştina lihevkirnên siberojê. Dibe ku tiştê ji wan hevdîtinan hat, heger ku bi erênî hat wesifkirin bo ku bijareya leşkerî bê sarkirin, ew erêkirina hizira navbeynkariya amerîkayî dide xuyakirin, ya ku dê di dema bê de bê nûkirin.
Hin nîşane hene “rojnamevanên” nêzî desthilata Şamê û xwepêşander idia dikin ku şerekî lezgîn heye li dij bakurrojhilatê Sûriyayê, xwe bi vê yekê dispêrin gotinên El-Şeri û berpirsyarên wî yên mezin ku veşartî dibêjin şer “meselya demê” ye. Lê ev gotinên borî ne rijd in û dikeve çarçoveya şerê pikolojî û gurkirina pêkhateyên rojhilatê Firatê li dij desthilata Rêveberiya Xweser. Bi her halî, meselya ragihandina şer şaştiyeke hesabî ya mezin e, desthilata demkî nikare pêk bîne, desthilata ku hewl dide cihanê qani bike ku ew niha bêhtir pragmatî ye.